Ji Danîmarka hat xwestin mudaxeleyî DAIŞ bike
Li ber Parlamentoya Danîmarka êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Asûrî, Suryanî û Xiristiyanan hatin şermezarkirin.
Li ber Parlamentoya Danîmarka êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Asûrî, Suryanî û Xiristiyanan hatin şermezarkirin.
PYD Danîmarka ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelê Asûrî, Suryanî û Xiristiyan mîtîngek li dar xist.
Di mîtînga li ber parlamentoyê pêk hat, ligel Kurdistaniyan Danîmarkayî jî beşdar bûn. Di daxuyaniyê de li ser navê PYD’ê Ibîş Taş got, "Di van saetên ku em Komkujiya Helepçe şermezar dikin, li Rojava gelê me yê Asûrî, Suryanî û Xiristiyan di komkujiyê re tên derbaskirin û mixabin cîhan li hember vê bêdeng e.
Taş bang li hikûmeta Danîmarka kir, ji bo komkujiyeke nû rû nede xwest welatên koalîsyonê tavilê mudaxele bikin.
Taş di axaftina xwe bal kişand ser pêwîstiyên gelê Rojava û xwest bilez alîkariya însanî û lojîstîkî bê şandin.