Ji Dadgeha Bilind biryarek mînak a li dijî sîstema SEGBÎS
16. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, li hemberî sîstema SEGBÎS'ê biryarek da, ku ev sîstem li pêşiya mafê girtiyan ê tevlîbûna li rûniştina dadgehê dibe asteng. Tê payîn ku ev biryar bibe mînak.
ZEYNEP KÛRAY
STENBOL / ANF
yekşem, 10 avrêlê 2016, 08:06
16. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, li hemberî sîstema SEGBÎS'ê biryarek da, ku ev sîstem li pêşiya mafê girtiyan ê tevlîbûna li rûniştina dadgehê dibe asteng. Tê payîn ku ev biryar bibe mînak.
Girtiyên bi navê Alî Kiliçgedîk û Erhan Şenyûva, tevî ku xwestin tevlî rûniştina dadgehê bibin jî destûr ji wan re nehat dayîn û bi rêya sîstema SEGBÎS'ê hatin darizandin û mehkûmkirin. Kiliçgedîk û Şenyûva ji bo temyîzê serî li Dadgeha Bilind dan. 16. Dadgeha Ceza ya Dadgeha Bilind jî ev serlêdana Kiliçgedîk û Şenyûva mafdar dît.
Alî Kiliçgedîk û Erhan Şenyûva, bi sûîqesta 09.10.2014 a li Çewlikê re hatibûn sûcdarkirin, ku di vê bûyerê de Midûrê Emniyetê yê Bajêr Atalay Urker û 2 polîs miribûn. Bi raporên balîstîk re eşkere bû ku Kiliçgedîk û Şenyûva bêguneh in. Lê belê Kiliçgedîk û Şenyûva vê carê ji sûcdariya "Endametiya rêxistina PKK'ê û alîkarîdayîna rêxistinê" ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Çewlikê ve hatin darizandin û bi 6 sal 9 mehan hatin mehkûmkirin. Di rêveçûna darizandinê de Kiliçgedîk û Şenyûva xwestin tevlî rûniştina dozê bibin, lê belê dadgehê ev yek qebûl nekir. Dadgehê neçar hişt ku girtî ji Girtîgeha Mûşê bi rêya SEGBÎS'ê xwe biparêzin.
BI SEGBÎSÊ RE PÊŞÎ LI MAFÊ PARASTINÊ HAT GIRTIN
Parêzer Eren Keskîn ev rêbaza bêhiqûqî weke sedem nîşan da û biryara mehkûmiyetê ji bo temyîzê bir ber destê Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind jî bi hinceta ku mafê parastinê yê Kiliçgedîk û Şenyûva hatine astengkirin, biryara mehkûmiyetê betal kir."
EV BIRYAR WÊ BIBE MÎNAK
Parêzer Eren Keskîn biryara Dadgeha Bilind ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir, ku ev biryar wê ji bo dozên din bibe mînak û bi kêr were ku sîstema SEGBÎS'ê were lêpirsîn. Keskîn diyar kir, sîstema SEGBÎS'ê pêşî li bikaranîna mafê darizandina adîl digire û anî ziman, dadgehên niha yên li Tirkiyeyê ji bo xwe bi darizandinê mijûl neke, serî li vê rêbazê didin. Parêzer Keskîn destnîşan kir, bersûcek dema xwe diparêze divê karibe li nava çavên dadger binêre û got, "Ji bo vegotinê, gelekî girîng e ku mirov li rûyê li pêşberî xwe binêrin. Carna tevgera bedena mirovan jî têrê dike ku bê fêmkirin bê mirov sûcdar e yan na. Lê belê sîstema SEGBÎS vê derfetê bi temamî ji holê radike." Keskîn da zanîn, piştî biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin, wê rûniştina muwekîlên wê di 14'ê Nîsana 2016'an de were dîtin.