Ji ciwanên Kurd li Parîsê çalakiya protestoyî

Ji ciwanên Kurd li Parîsê çalakiya protestoyî

Komek ji ciwanên Kurd li paytexta Franse Parîsê bi boneya protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qada Trocadero dagir kirin.

Ciwanên Kurd ku bi boneya tecrîda ku zêdetirê salekê ye li ser Ocalan tê meşandin, li Parîsê çalakiyek li dar xistin. Ciwanên Kurd li ser Dîwarê Bîrdariya Azadiyê pankarta 50 metre ya daxwaza azadiya Ocalan dikir vekirin.

Çalakgeran posterên Ocalan, alên KCK û PKK’ê û pankartên ji bo protestokirina tecrîdê vekirin û dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re qêriyan.

Ciwanên Kurd di çalakiya danê êvarê pêk anîn de qada Trocadero dagir kirin û qadê bi rengên kesk, sor û zer xemilandin.

Ciwanan bal kişand ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin, mafê mirovan û huqûqa navneteweyî jî bin pê dike û ji rakirina tecrîda li ser Ocalan, ji hukûmeta Frensî û Yekitiya Ewropayê xwest ku zextê li Tirkiyeyê bikin. Di xwepêşandanê de dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî”, “Faşîst Erdogan”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehinime” “Ocalan gel e, gel jî em in” qêriyan.

Piştî ku polîs hatin cihê bûyerê, ciwanên Kurd der barê çalakiya xwe de agahî dan polîsan û rayedaran, bê ku bûyerek biqewime, ciwanê Kurd belav bûn.