Ji Ciwanên Azad şeva piştgiriya ji bo Cizîr û Sûrê

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, çalakiyên ji bo Sûr, Cizîr û navçeyên rastî êrîşê tên, dewam dikin. Roja Yekşemê Ciwanên Azad ji bo piştgiriya van navçeyên berxwedanê şevek lidar xistin.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, çalakiyên ji bo Sûr, Cizîr û navçeyên rastî êrîşê tên, dewam dikin. Roja Yekşemê Ciwanên Azad ji bo piştgiriya van navçeyên berxwedanê şevek lidar xistin.

Şev ji aliyê Adalet Şare û Şîlan Kocaman ve hat pêşkêşkirin, hunermendên herêmî erketin ser dikê û komên şano hunera xwe pêşkêş kirin.

Rojnamevan Zana Azadî li vir axivî û got, "Dijmin di sala 1071'ê de ket nava Kurdistanê û hînê li Kurdistanê ye. Dewleta Tirk gelên din çawa tine kir, dixwaze me jî bi vî rengî tine bike. Ne tenê li Bakur dixwaze vê li Rojava jî bike. Komên DAIŞ, El Nûsra û hwd. ev hemû çîrok in. Li pişt hemûyan dewleta Tirk heye. Çeteyên dewleta Tirk hînê berî demeke kurt li Helebê çekên kîmyewî bi kar anîn. Erdogan ji Kurdan re dibêje 'ya teslîm bibe, ya jî ez ê te tine bikim'. Ji bo vê jî li Tirkiyeyê seferberî îlan kiriye û bi hemû hêzên xwe yên çekdar re li hemberî Kurdan şer dike. Divê em Kurd jî li hemberî vê di nava seferberiyê de têbikoşin. Erdogan komkujiyên li Cizîr û Sûrê kir, niha hewl dide li Nisêbînê bike.

Li pişt komkujiya Helepçeyê TC û Erebîstana Siûdî hebûn. Faşîstên Tirk û Ereb bi hev re tevdigeriyan. Ji ber vê yekê divê Kurd neçin mizgeftên Ereb û Tirkan. Girîng e em yekîtiya xwe ava bikin. Ev şer şerekî di navbera dewleta Tirk û gelê Kurdan de ye. Ne tenê şerekî di navbera gerîla û hêzên çekdar ên Tirk de ye. Êdî ti wateya mayîna li parlamenta TC nîne. Ya girîng ew e ku li çar parçeyên Kurdistanê yekîtî were avakirin."

...