Ji Ciwanên Azad piştgiriya çalakiya nobedê ya Ocalan

Endamên Ciwanê Azad, çûn serdana çalakiya ‘Nobeda Azadiya Ocalan” a di hefteya 240’emîn de ku li bajarê Strasboûrg a Fransayê dewam dike. Ciwanan piştgirya xwe anîn ziman.

Gelek ciwanên ku endamên Ciwanên Azad a Strasboûgê, îro piştî saetên danê nîvroyê li qada çalakiya bi daxwaza azadiya Ocalan didome, bûn.

Ciwana bal kişand ser giringiya azadiya Ocalan a ji bo ciwanan û tim dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qîr kirin.

Endamên Ciwanên Azad li qada çalakiyê li gel sirûdên hate xwendin govend gerandin, serkeftin ji koma Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) ên ku çalakiya vê hefteyê didomîn re xwest.