Ji CDK-F banga taloqkirina çalakiyên Mijdarê

Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) banga taloqkirina çalakiyên meha Mijdarê kir.

CDK-F'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Êrîşên çeteya tecawizkar DAIŞ ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat xwedîkirin û bû belayê serê cîhanê, li dijî gelê Fransayê bi şêweyên cuda dewam dikin. Çeteyên ku di 18'ê Mijdarê roja Çarşemê de amadekariya komkujiyeke mezin kirin, bi operasyoneke polîsên Fransayê re negihaştin armanca xwe. Rîska êrîşê hînê gelekî zêde ye. Li Fransayê rewşa awarte heye û di nava vê demê de hemû çalakî hatine betalkirin."

'LI DIJÎ CELADÊN DAIŞ'Ê, EM Ê LI CEM GELÊ FRANSAYÊ BIN'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Weke gelê Kurd ê li Fransayê dijî, ji bo van tedbîrên demî yên hikûmeta Fransayê nexin nava zehmetiyê, me hemû çalakî û pîrozbahiyên navendên xwe yên civaka demokratîk ên ser bi federasyona xwe, ji bo demekê taloq kirine. Her wiha, ji ber hurmeta xwe ya ji bo bi sedan mirovên hatin qetilkirin, me biryar dan ku pîrozbahî û çalakiyên bi muzîkê lidar nexin. Di vî warî de em bang li navendên xwe yê civaka demokratîk dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin, li dijî celadên DAIŞ'ê li cem gelê Fransayê cih bigirin û beşdarî çalakiyên di vî warî de bibin."