Ji CDK’ê bo Cemal Kavak peyama sersaxiyê

Ji CDK’ê bo Cemal Kavak peyama sersaxiyê

Koordînasyona Civaka Demokratîk ya Kurdên li Ewropayê (CDK) ji bo siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak yê jiyana xwe ji dest dayî peyamek weşand û sersaxî ji gelê Kurd û malbata Kavak re xwest.

Di peyama CDK’ê de hate gotin ku, “Em bi wefatbûna hevalê me Cemal Kavak ku demek dirêj di tekoşîna azadiya Kurdistanê de tekoşînda û di xebatên siyasî de kedek mezin da pir bi xemgînin. Her wiha bi awayekî ku em napejirînin dawî li jiyana xwe anî xemgîniya me zêdetir kiriye. Di serî de sersaxiyê ji malbata wî, hevalên wî yên xebatê û gelê me re dixwazîn.”

Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak nekarî xwe li ber jiyana sirgûnê ya Ewropayê bigire û di 19’ê Tebaxê li bajarê Insburk yê Awustûryayê dawî li jiyana xwe anî.

Kavak yê 46 salî di nameya paş xwe de hêlayî gotibû, “Jiyana li sirgûnê, weke kulîlkekî di vazoyê de mezin dibe ye. Ez jî xwe di Ewropayê de wisan dibînim. Li gor min jiyana li Ewropayê ne jiyane. Min ev qas karî li ber xwe bidim.” Û wesiyet kiriye li Amedê bê veşartin.

Kavak dê îro di demjimêr 13.00’an de li bajarê Bulachê merasimek were pêkanîn. Cenazeyê Kavak dê bibin bajarê Stuttgart yê Elmanyayê piştre ji wir jî dê bişînin Êlihê. Cenazeyê Kavak ku dê di demjimêrên dereng yên şevê yê 23’ê Tebaxê bigehe Êlihê, li ser wesiyeta Kavak dê cenaze bibin Goristana Şehîdlîk ya Amedê bispêrin axê.