Ji bo xatirê Tirkiyeyê nabe ji mafên mirovan û dewleta hiqûqê tawîz bê dayîn

Hikûmeta Elman a ji ber bêdengiya xwe gelekî tê rexnekirin, di mijara mafên mirovan de Tirkiye hişyar kir. Wezîrê Dewletê Mîchael Roth got, "Ji bo xatirê Tirkiyeyê nabe ji mafên mirovan û dewleta hiqûqê tawîz bê dayîn."

Wezîrê Dewletê Mîchael Roth ê ji Karên Derve û Karên Ewropa yên SPD'ê Berpirsyar, ji radyoya Deutsche Welle re axivî û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê. Roth îdîa kir, ku di şerê li hemberî PKK'ê de 'mafê xwe parastinê yê Tirkiyeyê' heye û destnîşan kir, tevî vê yekê jî heta niha di şer de bi qasî 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dane; ev yek nayê qebûlkirin.

Wezîrê Dewletê careke din bal kişand ser alternatîfa çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û da zanîn, divê muzakere ji nû ve bên destpêkirin. Mîchael Roth got, "Ji ber ku çareseriyeke leşkerî ya vê pirsgirêkê nîne."

JI BO XATIRÊ TIRKIYEYÊ, NABE KU DEMOKRASÎ JI NEDÎTÎ VE BÊ

Mîchael Roth da xuyakirin, ku mijarên binpêkirina mafên mirovan,a zadiya çapemeniyê û serxwebûna dadgeriyê di hevdîtinên dualî yên bi Tirkiyeyê re her tim tên rojevê û îdîa kir ku di vî warî de hewldanên erênî yên diyalogê bi hikûmeta AKP'ê re hene.

Roth der barê muzakereyên ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyeyê re anî ziman, ku ew alîgirê dewamkirina van muzakereyan e û ragihand, tevî vê yekê jî ew ê ji demokrasiyê tawîz neyê dayîn. Roth got, "Di vê rewşa ku em bi Tirkiyeyê re hevkariyeke xurt (ji ber penaberan) dikin jî, nabe ku di mijarên mafên mirovan û dewleta hiqûqê de tawîz bê dayîn. Partnerên me yên Tirk jî bi vê dizanin."