Piştî sêyemîn paketa darazê li Meclîsa Tirkan hate pejirandin, çav lê ye ku ji bo daxwaza tehlikirina parlementeran biryarek bê te girtin.
Dê îro 13’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê daxwazên tehliyekirina parlementerên CHP’ê Mustefa Balbay û Mehmet Haberal aşkera bike.
Dadgehê hefteya borî daxwazên tehliyeyê girtibû lê belê ne nirxandibû û rûniştin taloqî îro kiribû.
Parlementerên BDP’ê yên ji doza KCK’ê têne darezandin Gulser Yildirim, Selma Irmak, Îbrahîm Ayhan û Kemal Aktaş biryara daxwaza tehliyekirin wan dê di nava vê hefteyê de bê te dayîn.
Daxwaza tehliyekirina Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz yê ji “Doza KCK’ê” tê darezandin ji aliyê 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê ve hatibû redkirin.
Parlementerê MHP’ê yê ji Doza Balyozê hatî girtin jî Engîn Alan taloqî 6’ê Tebaxê hate kirin. Ji ber vê sedemê dê nirxandina daxwaza tehliyekirina Alan dem bixwe.