Ji bo salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava kampanyaya Hashtagê tê lidarxistin

Ji bo pîrozkirina salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava bi pêşengtiya kampanyaya RiseUp4Rojava kampanyaya Hashtagê tê lidarxistin.

Ji bo pîrozkirina salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava ji aliyê kampanyaya RiseUp4Rojava ve kampanyaya Hashtagê tê lidarxistin.

Kampanya RiseUp4Rojava têkildarî pêngava Hashtagê ev peyam da: “Em ji milekî ve dixwazin destketiyên van deh salên dawiyê pîroz bikin, lê ji milekî din ve jî em dixwazin bal bikişînin li ser gefên dewleta Tirk a dagirker û êrîşên ku li ser Rojava tên pêşxistin. Li ser vî esasî em hêvîdarin ku hûn jî tevlî kampanyaya me ya Hashtagê bibin. Em ê bi hev re şoreşê belav bikin û 10 saliya Rojava pîroz bikin.”

Di daxuyaniyê de navê Hashtag û dema parvekirina wê wiha hatiye parvekirin:

Hashtag:  #10yearsRojava

Dîrok: 18.07.2022

Saet: 20:00 (Bruksel) - 21:00 (Amed)