Dê îro li bajarê Almanya Munîhê ji bo penaberê Kurd Îlhamî Han ê ku dewleta Alman mafê penabertiyê nedaye wî û dixwaze dersînorê Tirkiyeyê bike, mîtîngek bê lidarxistin. Mitîng dê ji aliyê saziyên penaber û komeleyên mafê mirovan ve bi dirûşimên “Ji bo Han mafê rûniştinê” û “Dersînorê dewleta îşkenceyê Tirkiyeyê nekin” bê lidarxistin.
Penaberê Kurd Îlhamî Han ê ku rêxistina saloxgêrî ya Alman ew weke “PKK’yî” bi nav kir, demê ku Dadgeha Îdarî ya Eyaleta Bavyerayê daye wî îro bi dawî dibe. Dê ji bo mafê rûniştinê bidin Han mitîng bê lidarxistin û Han çû rojeva Wezîra Dadê Sabine Leutheusser-Schnarrenberger, heta niha jî rewşa wî nediyar e.
Parêzvanên mafê mirovan ên li Eyaleta Bavyerayê, saziyên penaberan, komên çepgir dê îro ji bo Îlhamî Han mitîngek li dar bixin. Mitîng dê îro saet di 15.00 de li ber avahiya îdareya Munîhê (Kreisverwaltungsreferat) ya li Lindwurmstr bê lidarixstin.
Ger dadgeh di biryara xwe ya dersînorkirinê de bi ser bikeve, ev rewş dê rê li ber gelek penaberên din ên Kurd ên li Almanyayê vebike. Tevî hin endamên Meclîsa Federal a Alman, komîteya “Mafê rûniştinê bidin Îlhamî Han” hate sazkirin. Saziyên piştgirî didin kampanyayê:
Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM), Komeleya Kurdan a Mezopotamyayê ya Munîhê, Komeleya Çanda Kurdan a Munîhê, Komeleya Navenda Kurdistanê ya Munîhê, Civata Kurdan a Bayernê, Komeleya Dibistana Çandê ya Rojîn-Kurd, Komeleya Penaberên Kurd, Yekitiya Xwendekarên Kurd, Karawane München, DÎDF, Münih ver., Partiya Çepgir a Munîhê, Patrick Humke (Rêveberê Partiya Çepgir ê Saksonyaya Jêrîn ), Marion Padua (Endamê Meclîsa Şardariya Nürnberg) û Civar Akad (Endamê Meclîsa Göttingen)…