Ji bo nûçegihana ANF'ê Zeynep Kuray Xelata Azadiya Çapemeniyê

Ji bo nûçegihana ANF'ê Zeynep Kuray Xelata Azadiya Çapemeniyê

Cemiyeta Rojnamegerên Tikriyeyê (TGC) bi merasîmekê xelatên Azadiya Çapemeniyê dan xwediyê awn. Li ser navê rojnamegerên girtî xelat dan Xwediyê Îmtiyazê yê Weşanên Aramê Bedrî Adanir û Nûçegihana ANF’ê ya girtî Zeynep Kuray.

Xelatên Çapemeniya Azadiyê ji sala 1987’an dehata niha ji aliyê TGC’ê ve tê dayîn û îsal jî li Otela The Marmara bi merasîmekê xelat hatin dayîn. Serokê TGC’ê Orhan Erînç di merasîmê de axivî û got: “Di nava pirsgirêkên me de di serî de di asta terorîstbûnê darizanin heye û hempişeyên me bi vî awayî tên darizandin.”

Erînç wiha got: “Karîneya masumiyetê tune tê hesibandin. Îdianame li gorî nûçe, nivîs, çavkaniyên nûçeyan û hevdîtina hatine amade kirin.” piştî axaftina vekirinê di beşa kesane de di mijara azadiya çapemeniyê de ji ber xebatên wî xelat dan rojnameger Feraî Tinç.

Tinç jî diyar kir ku rojnamegeran wekî terorîst îlan dikin û got ev jî tê wateya ku pirdengiya çapemeniyê veşarêin. Tinç wiha got: “Azadî bi hincetên ewlehiyên sînor kirin. lê ger ku di civakekê de ancax ewlehî bi jiyaneke azad pêkane.”

Li ser navê rojnamegerên girtî jî xelat dan dan Xwediyê Îmtiyazê yê Weşanên Aramê Bedrî Adanir û Zeynep Kuray. Li ser navê Adanir, xwişka wî Kadriye Adanir xelat kir û li ser navê Zeynep Kuray jî xwişaka wê Sema Kuray wergirt.

Sema Kuray piştî xelatê axaftinek kir û got: “Zeynep Kuray hê jî li girtîgehê dinivîsine.Em dizanin ku dê dîwar wê ranewestîne. Ez vê xelata wê li ser navê hemû rojnamegerên girtî digirim.

Di beşa saziyan xelat dan Yekitiya Weşangerên Tirkiyeyê û xelat jî serokê wê Celal Metîn Zeynîgolu girt. Zeynîoglu jî da zanîn ku her sal pêkûtî girantir dibin. Nivîskar RAgip Zarakolu jî got hêj li Tirkiyeyê makeqanûnek demokratîk çênebûye.

Her wiha di meha nîsanê de xelata rojnamegeriya Metîn Goktepe dan Zeynep Kuray.