12'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Enqerê, 2 kesên di 15 tîrmeha 2011'an de molotof avêtin avahiya Rêxistina BDP'ê ya Enqerê, serbest berdan.
Rûniştina doza 2 kesên di 15 tîrmeha 2011'an de molotof avêtin avahiya Rêxistina BDP'ê ya Enqereyê li 12'emîn Dadgeha Cezayan Giran ya Enqerê hate dîtin. Bersûcê girtî Cigîrê Ocaxên Ulkucuyan yê berê Nurullah Coşgun û bersûcê serbest Azîz Mencet, parezêrê BDP'ê Emel Sayin beşdarî rûniştinê bûn. Dozgerê Komarê Cemîl Tugtekîn mutalaaya rûniştina borî da bû dubarê kir û got; Delîlên derheqê dozê de hatine kom kirin, ji bo ve jî daxwaza tahliye kirine kir. Parezêrên bersûcan jî daxwaza beraetê kirin.
Li ser navê BDP'ê parezêr Emel Sayin got; Ew mutalaa qabûl nakin û daxwaza ceza kirina bersûcan kir. Serokê dadgehê Gurcan Acar, derheqê bersûc Gurcan Acar, Nurullah Coşgun û Azîz Mencet biryara tahliye kirine da.
Hêjayî gotinê ye ku, gelek dadgehan ji bo Kurdan molotof weke çekê binav kirin û cezayên giran dabûn. Ji ber ku vê carê yên molotof avêtin Ulkucune serbest hatin berdan. Molotof ji bo Kurdan çek, ji bo ulkucuyan jî gul e.