Li hemberî biryara dewirkirina hazîneyê ya araziya Manastira Mor Gabrîel ku ji aliyê suryaniyan wekî "Qudusa 2'emîn" tê qebûlkirin û bi perwerdekirina mirovan xîzmetê dide zimanê suryaniyê, kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
Li hemberî biryara Dadgeha Bilind a têkildarî dewirkirina hazîneyê ya araziya Manastira Mor Gabrîel ku li Mîdyada Mêrdînê ye, li ser înternetê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
Kesên ku dixwazin beşdarî kampanyayê bibin, malpera 'Beraber Buyuduk Bu Ulkede' ziyaret bikin bes e. Nivîsa kampanyaya ku heta niha 300 kesên ku di nava wan de hunermend, nivîskar, akademîsyen jî heye tev li bûne û îmze kiriye de wiha tê gotin: " Tirkiye welatê suryaniyan e û Manastira Mor Gabrîel ne dagirker e."