Ji bo komisyonên hilbijartinê gelek serlêdan hate kirin
Di serî de li Amedê li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê serlêdanên ji bo komîsyonên hilbijartinê bê navber dewam dike.
Di serî de li Amedê li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê serlêdanên ji bo komîsyonên hilbijartinê bê navber dewam dike.
Komîsyona Hilbijartinê ya Amedê, diyar kir ku gel şaredariyên xwe paşve dixwaze û got ku sedema serlêdanên zêde jî ev e.
Serlêdanên bernamzetiyê ya ji bo hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Kurdistanê di 1'ê Kanûnê de destpê kiribûn, lê ji ber serlêdanan zêde heta 20'ê Kanûnê hatin dirêjkirin. Berdevkê komîsyona hilbijartinê ku serlêdanên hilbijartinê yên li Amedê wergirt, diyar kir ku eleqe zêde ye û got, "Ji roja destpêkê ve em ji gelek beşên cuda yên weke karkerên malê, parêzer, bijîşk, mîmar, endezyar û siyasetmedaran serlêdanan digirin. Em di her serlêdanê de kelecan û daxwaza guhertin dibînin. Rastiyek e ku ji sala 2016'an û vir ve li herêmê polîtîkayên taybet hene, bi taybetî jî xespkirina şaredariyan ji aliyê qeyûman ve. Tevî vê yekê jî em dikarin bêjin ku eleqe û xwedîderketinek heye ku van hemû polîtîkayan pûç dike."
DAXWAZA RÊVEBIRINA BAJÊR
Berdevkê komîsyona hilbijartinê, da xuyakirin ku îradeyek heye ku van hemû polîtîkayan qebûl neke û derfet nede careke din dubare bibe û got, "Di vê demê de, dema ku bernamzet diyar dibin, wê rêbazek were pêkanîn ku beşek cidî yê civakê bigire nava xwe. Di vir de divê were gotin ku ji bo mezinkirina demokrasiyê serlêdan hîn bêhtir dikarin bên zêdekirin. Serlêdan çiqasî zêde bibe, îdîaya me ya xwerêveberiyê ya bajarên me wê ewqasî xurt be."
GEL DESTKETIYÊN XWE JI NÛ VE DIXWAZE
Berdevkê komîsyona hilbijartinê, da zanîn ku ji bo kampanyayên partiyê û danasîna bernamzetan li ser medyaya civakî eleqeyek mezin heye û got, "Ji şîroveyên tên kirin û agahiyên ku em distînin, em dikarin bibînin ku xwedîderketinek heye. Kelecana kî/ê dê bibin bernamzet heye. Ev pêvajo hemû wê bi vîna gel bi zelalî pêşde biçe. Bi gotineke din wê her kes bernamzetan nas bike û gel wê bi sîstema delegeyan bernamzetên xwe hilbijêre. Em xebatên agahdarkirina gel didomîinin. Em dixwazin bertekên li dijî qayûman li ser sindoqan nîşan bidin. Gel desteserkirina vînê qebûl nake û destketiyên xwe ji nû ve dixwaze."
SERÎ LI KOMÎSYONÊN HILBIJARTINÊ BIDIN
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê, diyar kir ku eger îro ji her alî tevlîbûnek heye ew jî bingeha xwe ji tecrûbeya xurt a tevgera gelê Kurd digire û wiha domand, “Helbet eleqe mezin e. Em armanc dikin ku pergala hevserokatiyê bi cih bînin û di meclîsan de nûnertiya wekhev pêk bînin. Em girîngiya tevlîbûna ciwanan di rêveberiyên bajaran de dizanin. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku jin û ciwan hîn bêhtir xwedî li pêvajoyê derkevin û serlêdanê bikin."