Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Turgutluyê Osman Kaya, dema ku ji bo hevdîtinê çû Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê, di derketina girtîgehê de bi hinceta biryara wî ya lêgerînê hebû hate binçavkirin. Kaya piştî îfadeyan serbest hate berdan.
Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Turgutluyê Osman Kaya, serê sibê ji bo hevdîtinê çû Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê û piştî ji girtîgehê derket ji aliyê polîsan ve bi hinceta biryara lêgerînê heye hate binçavkirin. Kaya, ji bo îfadeyan birin Edliyaya Manîsayê.
Hate zanîn ku der heqê Kaya de ji ber ku tevlî şermerzarkirina komkujiya Roboskiyê ya ku di 30'ê kanuna 2011'an de bû 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê ve biryara girtinê derxist, hate binçavkirin. Kaya piştî li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Manîsayê îfade da serbest hate berdan.