Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hate kirin

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hate kirin

Parezêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe Ocalan re hevdîtin pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Di ser tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin re salak derbaz bû, parezêrên Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Mehmet Devran Devrîm ji bo muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersiva serledanê bide dê parezêr sibe bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku ji bo bimuwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin ji dîroka 27 tîrmeha sala 2011 pê ve bi hinceta, "Keştî xirabeyê", "Rewşa hewayê nebaşe", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Evrak kêmin" tê astengkirin.