Parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Dozgeriya Komare ya Bûrsayê dan.
Tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî salêkê ye berdewam dike. Parezêrên Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komare ya Bûrsayê dan. Ger Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersivek erênî bide dê parezêr sibe bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27 tîrmehê 2011 û heta niha bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk neanî ne. Parêzerên ku saleke serî li dozgeriyê didin bi hinceta "keştî xirabeye", "rewşa hewayî", "keştî di tehmîrêye" û “evrak kêmin” tê astengkirin. Îdareya Girtîgehê pêncşema borî jî bersiva "keştî xirabeye" da bû parêzeran.