Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyin Bogatekîn ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku dozger bersivek erênî bidin parêzer dê sibe biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinêp êk bîne. Heta niha parêzer bi hinceta "Keştî xerabe ye" û "Muxalefeta hewayê heye" hatibûn astengkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji 27'ê Tîrmehê 2011'an (345 roj) û pê ve di bin tecrîdê tê girtin û nikare bi parêzer û xizmên xwe hevdîtin pêk bîne. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dewletê ve her tim bi hincetên wekî "Keştî xerabe ye", Rewşa hewayê ne baş e" û "Keştî ji tamîrê vegeriya, lê ewraqên ku ji bo keştiyê ji lîmanê bistînin kêm in" tê red kirin û hevdîtin tê astengkirin.