Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan tê meşandin salek derbas kir. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe pêk bînin wekî her hefte serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heke rêvebiriya Girtîgeha Îmraliyê bersivek erênî bide serlêdanê, parêzer dê biçin Îmraliyê û hevdîtina xwe pêk bînin.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin ji dîroka 27 Tîrmehê sala 2011 heta niha bi hinceta, "Keştî xirabeyê", "Rewşa hewayê nebaş e", "Keştî di tamîrê de ye" û "Evrak kemin" tê astengkirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha salek û 13 rojin parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinê pêk bînin.