Parezêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi miwekîlên xwe Ocalan re hevdîtin pêk bînin serî li dozgeriya komarê ya Bursayê dan.
Di ser tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin re salak derbas bû û ket sala 2'yemîn. Parezêrên Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Mehmet Devran Devrîm ji bo miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ger Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersiva serledanê bide dê parezêr sibe bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin.
Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo miwekîlên xwe rehevdîtin pêk bînin ji dîroka 27 tîrmehê sala 2011 peva bi hinceta, "Keştî xirabe ye", "Rewşa hewayê ne baş e", "Keştî di tamîrê de ye" û "ewraq kem in" tê astengkirin.