Ji bo girtiyên nexweş ‘Nobeta Mafên Mirovan’
Di roja dawî ya Hefteya Mafên Mirovan de bi armanca ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li Stenbolê çalakiya “Nobeta Mafên Mirovan” hate lidarxistin.
Di roja dawî ya Hefteya Mafên Mirovan de bi armanca ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li Stenbolê çalakiya “Nobeta Mafên Mirovan” hate lidarxistin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenblê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi wesîleya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, li avahiya komeleyê çalakiya “Nobeta Mafên Mirovan” lidar xist.
Rêveberên ÎHD û TÎHV’ê û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş hate kirin û bal hat kişandina ser greva birçîbûnê.
Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe diyar kir ku ew di roja dawî ya hefteya mafên mirovan de li dijî êşkence, tecrîd, êşkenceyên ku li zarokan tên kirin û ji bo mafên mirovan nobetê digirin.
Piştre Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî axivî û got: “Ev bername wê di pêvajoya li pêş me de nîşan bide ku em têkoşîneke çawa bimeşînin. Em ê di saetên şevê de ji bo mafên mirovan find vêxin. Em her kesê vedixwînin çalakiyê.”