Ji bo girtiyên Kiriklarê cezayê pere û hucreyê!
Ji bo girtiyên Kiriklarê cezayê pere û hucreyê!
Ji bo girtiyên Kiriklarê cezayê pere û hucreyê!
TAYDER’a Îzmîrê diyar kir ku li girtîgeha Tîpa hejmar 1 û 2 a Kiriklarê bi îdiaya ku girtiyan kamerayên li koxuşan hatine bicihkirine şikandine, 20 roj cezayê hucreyê û yê pere li girtiyan birîne.
Li Îzmîrê endamên TAYDER’ê bi mebesta ku balê bikişînin li ser rewşa girtiyan li ber komeleya xwe civînek ya çapemeniyê li darxist. Serokê TAYDER’ê yê Îzmîrê Dunyamalî Ariç û rêveberên komeleyê tevlî civînê bûn. Ariç di civînê de axîvî û da diyar kiri ku, her diçe binpêkirinên li girtîgehan zêde dibe û got: “ Kesên ku azadiya wan jê hatî standin cara duyemîn ceza dikin. Qet tiştek nîne ku bi pejîrîne di nava qayîşan de sistema kamareyê bê bi cihkirin. Dema ku sistema kamereyan bikeve nava girtiyan navenda jiyana wan teng dibe. Ev pêkanên demildest bi dawî bin.”
Endamê TAYDER’ê yê Îzmirê Mahsun Koç jî destnîşan kir ku, bi girtiyan re hevdîtin kiriye û girtiyan diyar kiriye ku ji ber kamereyên ku li qawîşan hatîne bi cihkirin, şikandine hatine cezakirin. Koç destnîşan kir ku di dema serdana girtîgeha Kirikaleyê kiriye de girtiyên Tipa hejmar 1 û 2’an agahî dayê û got: “Bi giştî 10 kawiş hatine ceza kirin. Lê belê ji van 10 kawişan ji sêyan yek hatiye cezakirin. Ji 10 kawişan yek girtiyên PKK’ê ne yên din yên girtiyên Geziyê ne . Girtiyan 20 roj cezayê hucreyê girtiye û lêpirsîna îdarî di der barê wan de hatiye pêkanîn. Her wiha 520 TL ceza li wan birîye.”
Koç da zanîn ku ji roja pênçşemê ve kamara hatine bi cih kirin û bang kir ku, her kes li hember vê rewşê hestyar be.