Ji bo gerîlayên HPG’ê Şukru Sezer û Abdulhakîm Kaya ku li çoltera Melezgîrê ya Muşê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, mewlud hate dayîn. Serokê BDP’a Mersînê Musa Kulu, diyar kir ku kurdan ji bo azadiya xwe bedelên giran dane û wiha got: “Kesên ku dibêjin qey ew me bi rêve dibin, bila vî tiştî ji bîr nekin. Em wekî gel ji vê saetê şûnde ji azadî, ziman, çand û statuya xwe tawîzê nadin.”
Ji bo gerîlayên HPG’ê Şukru Sezer (Keskîn Suruç) û Abdulhakîm Kaya (Mazlum Agirî) ji aliyê YAKAY-DER’ê ve li taxa Ozgurluk a Mersînê mewlid hate dayîn. Mewluda ku bi kurdî hate xwesdin, nûnerên BDP’ê yên Edene û Mêrsînê, şaredarê Akdenîzê yê Mersînê Fazil Turk û nûnerên ÎHD’ê beşdar bûn.
Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Serokê BDP’ya Mersînê Musa Kulu da zanîn ku kurd di warê nasname û statuyê de zehmetiyan dikişînin. Kulu anî ziman ku netewên ku nifûsa wan 300 hezar û 100 hezarin li Netewên Yekbûyî kursiyên wan hene.
MÎTÎNGA 14’Ê TÎRMEHÊ DÊ MOHRA XWE LI DÎROKÊ BIDE
Kulu destnîşan kir ku kurdên ku li Rojhilata Navîn xwedî şêniya herî mezin in bê statu ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ji bo mîtînga 14’ê tîrmehê ya Amedê , ji bo ku em nasname, statu û azadiya xwe îlan bikin meş organîze kir. Ger ku di vê meşê de em bi hemû bawerî û dilê xwe biçin Amedê dê ev mohra xwe li dîrokê bide. Wê demê jî dê şehîdên me di goristanên xwe de rehet bikin.”
Kulu bi lêv kir ku Recep Tayîp Erdogan û Cemaata Gulen astengiya herî mezin têkoşîna azadiyê ne û wiha got: “Heta îro çawa ku Tansu Çîler, Sulyeman Demîrel, Mesut Yilmaz û Ecevît nebûn asteng dê Tayîp û Fetullah jî wisa bû. cihê wan jî ew dere. Em ji têkoşîna xwe paşve gavê navêjin.” Piştî axaftinan mewlud hate xwendin.