Ji bo Garîbe Gezer a ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, cezayê heta bi hetayê hat erêkirin!

Dadgehê ji bo Garîbe Gezer a ku du sal berê li girtîgehê bi êşkenceyê hat qetilkirin, cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê erê kir. Darazê guh neda biryara ‘dema tawanbar mir, wê doz were girtin’.

Di rûniştina Garîbe Gezer tê de dihat darizandin de ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, darazê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê erê kir.

Di doza Kerboranê de ya di çarçoveya berxwedana rêveberiya xweser a 2015’an de, biryara doza ku hatî veguheztina daraz di 29’ê Adara 2023’an de hat dayîn. Daxuyanî jî îro 20’ê Hezîranê hat kirin. Lê Garîbe Gezer ku yek ji wan kesên di dozê de dihat darizandin bû, di Kanûna 2021’an de şehîd bû. Yek ji parêzerên Doza Kerboranê Huseyîn Bogatekîn anî ziman ku piştî kesek wefat kirî divê doza wî/ê jî betal bibe.

BÊYÎ KU CEZA WERE ERÊKIRIN, LI HUCREYA YEK KESÎ DIHAT GIRTIN

Parêzer Bogatekîn ji ANF’ê re qala biryara darazê kir û ev tişt ragihand: “Ev doz bû sedem ku Garîbe girtî be û wê êşkenceyê bibîne. Ev doz dosyaya Rêveberiya Xweser a Kerboranê ye. Di dozê de Şaredar Zeynep Şîpçîk jî hebû, piştre ew dosya cuda kirin. Ew jî 7-8 sal girtî ma û di van rojên borî de hat berdan. Di dozê de li gel Garîbe Gezer Huseyîn Demîral, Yasîm Demîr û Davût Demîr jî heye. Hemû jî bi cezayê heta bi hetayê yê hatî girankirin, hatin darizandin. Garîbe jî li vir piştî ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê stand, di çarçoveya vê dosyayê de anîn Kandirayê û di qawîşa yek kesî de hat girtin. Bêyî ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê were erêkirin, biribûn hucreya yekkesî.”

Parêzer Bogatekîn destnîşan kir ku divê ji ber wefata Garîbe Gezer doz were girtin. Lê darazê guh neda biryara ‘dema tawanbar mir, wê doz were girtin.'