Ji bo doza parêzerên Ocalan ji bo NY’yê bangek lezgîn

Ji bo doza parêzerên Ocalan ji bo NY’yê bangek lezgîn

Tevî Federasyon Mafê Mirovan a Navneteweyî (FIDH) û Komeleya Parêrean a Navneteweyî (UIA) 18 salziyan ji bo doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku dê di 16’ê tîrmehê de pêk bê, bang li NY’yê kirin.

Di nameya aşkere ya ku têde bang li Raportora Taybet a Serbixwe ya Dozger û Parêzerên NY’yê Gabriela Carina Knaul de Albuquergue e Silva û Raportora Taybet a Parêzvanên Mafê Mirovan ên NY’yê Margaret Sekaggya hat kirin. Di nameyê de bal hat kişandin ser rapora piştî serdana di cotmeha 2011 de li Tirkiyeyê pêk hat hat amadekirin û di gulana 2012 de hat aşkerekirin, û hat diyarkirin ku di dozan de parêzer li rastî tacîzan tên.

Di nameyê de tê gotin ku li Tirkiyeyê ji ber qanûna “dijî terorê” di gelek dozan de parêzer bi sucdarkirinê weke “endamtî”, “piştgirî” û “endamtiyê tên darizandin û tê got ku ji ber ku endamên ÎHD’ê Muharrem Erbey, Hasan Anlar, Fîlîz Kalayci, Halîl Îbrahîm Vargun, Mûrat Vargun, parêvantiya mafê mirovan ên gerdûnî kirine û xwestine belav bikin, li rastî tacîzê hatine.

Di nameyê de tê diyarkirin ku bi taybet di van salên dawiyê de qanûna dijî terorê, bi taybet li hemberî parêzer û parêzvanên mafê mirovanan tên bikaranîn. Rêxistinan di nameyê de bal kişandin ser binpêkirinên di çarçoveya qanûna têkiliya di navbera parêzer û bersucan de û îşaret bi parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ku bi van êrîş û tacîzan re rê bi rû dimînin.

Di nameyê de tê gotin ku der barê gelek parêzerên Ocalan ên de bi sucarkirina “endamtiya rêxistinê û hevkariya suc” , tên darizandin û ev parêzeran e bi awayeke rêkûpêk li rastî tacîza edlî tên û tên cezakirin.

Di nameyê de tê bibîrxistin ku di di 22’ê mijdara 2011 de- polîsan di çarçoveya qanûna li dijî terorê 46 parêzer, 3 xebatkarên baroyan û rojnamevek girtin binçavan û hat diyarkirin ku ji vana 36 parêzer hatine girtin, ev parêzer bi hinceta rêveber an jî endamên KCK’ê de tên tawanbarkirin.

Di nameyê de tê gotin ku dê ev doza ku weke “Doza parêzeran” tê nasîn, dê di 16-18’ê tîrmehê de li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk bê ev bang li raportorên taybet ên NY’yê hatin kirin:

“Ji bo cidiyeta vê rewşê li ber çavan bê girtin, tawanbarkirinên I hemberî 50 parêzer, xebatkarên hiqûqê, û rojnanemvanan tên betalkirin, bi awayeke giştî tacizîn hiqûqî yên li hemberî mafê parastinê yên parêzeran bên bidawîkirin, em bang li we dikin ku bi awayeke lezgîn çalakiyek di çarçoveya rayeya xwe de li dar bixin.

Sazî û rêxistinên îmze dane: Komeleya Mafê Miroan (ÎHD), Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî (FIDH) Rêxistina li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (OMCT), Çavdêriya ji bo parastina Parêvanên Mafê Mirovan (Observatory), Kolemeya Parêzeran a Navneweteyî (UIA), Konferansa Buroyên Navneteweyî yên ji Kevneşopiyên Hevpar Tên (CIB), Parêzerên Demokrat ên Ewropayê (EDL/AED), Rêxistina Çavdêriya Mafê Parêzeran a Kandedayê (LRWC), Parêzer ji bo Parêzeran (L4L), Konseya Baroyên Neweteyî (CNB), Sendîkaya Parêzerên Franse (SAF), Baoyên Grenoble, Montpellier, Paris, Rennes, Estîtuya Mafê Mirovan a Baroya Grenoble, Enstîtuya Mafê Mirovan a Montpellier, Baroya Parêzerên Frensî ya Brukselê.