Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş malbatan serlêdan kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 2 salan zêdetir e tu agahî jê nayên girtin. 

Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwîşka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.