Ji bo Dersimê saet di 19.38’an de banga bibîranînê

Kongreya Avakirinê ya Dersimê bi wesîleya salvegera qirkirina Dersimê saet di 19.38’an de banga vêxistina mûman û strandina zêmaran kir.

Desteya Rêvebir a Kongreya Avakirinê ya Dersimê diyar kir ku ji ser qetlîama Dêrsimê 83 sal derbas bûye lê hê jî dewlet hevrûyî vê qetlîamê nebûye.

Kongreya Avakirinê ya Dersimê got ku “Divê cihê gora Seyîd Riza û ya hevalên wî were diyarkirin, navê Dêrsimê were îadekirin, li cihên qirkirina komî divê bîrdarî werin avakirin, zilma û zora li ser ziman û baweriya Dersimê were bidawîkirin.

Di 4’ê Gulana 1937’an de Tevgera Tenkîlê ya Dersimê hatibû destpêkirin. Di 12’ê Gulanê de ji hewayî û bejayî operasyona leşkerî hate destpêkirin. Gund hatin hilweşandin û şewitandin. Bi deh hezaran kes hatin qetilkirin. Seyîd Riza û 6 hevalên wî li Xarpetê hatin bidarvekirin. Li ser yên mane jî bernameyeke asîmîlasyonê hate kirin.

83 sal ji der qetlîamê derbas bûye û hê jî hevrûyî vê qetlîamê nehatiye kirin. Ji bo kesên hatine qetilkirin saet di 19.38’an de em mûman vêxin û zêmarên ‘Dayê dayê’ û ‘Xatir be to welat’ bistrên.”