‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin’ - HATE NÛKIRIN

Girtiyan îşaret bi wê yekê kir ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe û got: “Rayedarê çareseriyê Abdullah Ocalan e. Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin.“

Rûniştina16’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Ji bilî parlamenterên HDP’ê gelek parêzer û temaşevan tev li rûniştinê bûn.  Nûnerekî ji Navenda Mafên Parêzeran a girêdayî Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) jî tev lê bû.

Siyasetmedarên li Sîncanê girtî, li eywana rûniştinê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.

Rûniştin, piştî tespîtkirina nasnameyan, bi xwendina zêdekirina belgeyên nû ya li dosyayê dest pê kir. Di rûniştinê de destpêkê siyasetmedara Kurd Sîbel Akdenîz axivî û diyar kir ku ew ê wergera nivîskî ya parastina xwe ya bi zaravayê Kirmanckî yê Kurdî amade kiriye di 9’ê Îlonê de radestê dadgehê bikin .

Serokê dadgehê bi pişt re ji dozgeriyê pirsî bê ka mutaala amade ye yan na. Di rûniştinê de hat diyarkirin ku mitaleya ku 78 rûpel in wê bi nivîskî pêşkeşî dosyayê bê kirin, dadgêr biryar da ku ev mitale ji saziyên înfazê yên ku siyasetmedar lê ne re bê şandin.

‘HÛN BI VÊ DARIZANDINÊ LI ME ÊŞKENCEYÊ DIKIN’

Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz ê pişt re mafê axaftinê girt, bi lêv kir ku doz dozeke siyasî ye û got: “Ev cinayet e. Hûn di vê darizandinê de êşkenceyê li me dikin, lê dema serdema siyasî biguhere wê ev doz jî biqede. Dadgeh jî di nav de her kes bi vê dizane. Parmaksiz, da zanîn ku herî dawî bavê xwe winda kiriye û di demên dawî de nikariye li cem wî be û got: “Barê we zêde dibe.”

‘DARIZANDINA ME PLANEK Ê SIYASÎ YE’

Parmaksiz, qala lixwemikurhatina şahidên nepen ku ew weke “îtîrafkar” bi nav dike kir û wiha axivî: “Ev doz û doza girtina HDP’ê bi hev re diçin. Ev planeke siyasî ye. Hûn girêdayî îtîrafkaran hewl didin me li gorî pêwîstiyên siyasî darizînin. Pirsgirêka Kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku mafê xwe axavtinê girt, diyar kir ku wan bêhiqûqiyên di dozê de diqewimin her tim anîne ziman û, wiha dewam kir:

“Ji bo çareseriyê divê hinek wêrek bin. Ji azadiya xwe feraxat bikin: Bi siyasetmedarên tirsonek û bêhawe re ev kar bi rê ve naçe. Me siyasetmedarên fedaî divên. Rayedarê çareseriyê Abdullah Ocalan e. Komara Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Divê soza azadiyê û demokrasiyê bide PKK’ê.“

SEROKÊN BAROYAN DAXWAZA BERDANÊ KIRIN

Rûniştin, piştî navberê bi beyanên Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren dewam kir. Nahît Eren, behsa zehmetiyên şopandina vê dozê kir û got: “Lewma ez spasiya hevpîşeyên xwe dikim.“

Eren, bal kişand ser nebûna baweriyê bi daraza li Tirkiyeyê û wiha axivî: “Li gor anketan ji sedî 72’yê civakê bi wê yekê bawer e ku yên di girtîgehan de bi neheqî tên ragirtin. Gava hûn girtinê wek biryareke tevdîrê bi kar tînin dilê we rehet e gelo? Siyasetmedar derbikevin derve dikarin kîjan delîlan ji holê rabikin? Di destpêka darizandinê de we got qey em ê bi îdianameyek a bêalî ya ku meqama îdiayê amade kiriye dest pê bikin? Ev hemû doz, ew doz in ku desthilatdariya siyasî dixwaze bên dîtin. Aciziya ji helwesta siyasetmedarên Kurd ku daniye holê ye. Rast e, pirsgirêkên bi cidî yên welêt hene lê em wijdanê xwe ji dest nedin û em hay jê hebin ku ev darizanin ne ji dil lê teşeyî ne.“ Eren, daxwaza berdana girtiyan kir.  

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar ku bi pişt re axivî, diyar kir ku ên dewletê bi rê ve dibin di meseleya çareserkirina pirsgirêka Kurd de ne xwedî îrade ne û wiha got:

“Bi van darizandinan hemû mafên siyasetmedaran tên binpêkirin. Berteka partiyeke siyasî ya li dijî DAÎŞ’ê ku hingê mirov dikuştin îro bûye mijara darizandinê. Ên divê bihatina darizandin DAÎŞ’î bûn, lê ew bi rehetî çalakiyên xwe dikin. Hêviya me ji vê darizandinê ew e ku bi darizandineke adilane hukum bê dayîn. Eger em ji bo dewleteke hiqûqê ya rastin behsa serbixwebûna darazê bikin em daxwaza berdana hemû siyasetmedaran dikin.“

Endama Desteya Rêveber a HDP’ê Ayşe Yagci jî li dijî mitaleya mitaleya meqama îdiayê mafê axaftinê girt. Yagci, îşaret bi wê yekê kir di mitaleyê de bi tenê îfadeyên bêhawe yên şahidê nepen Ûlaş û şahidê aşkere Samî Baran ên di der heqê wê de hene û axaftina xwe wiha domand: “Di der barê tevlêbûna min a bûyerên Kobanê de tu agahî û belgeyek nîn e. Dosyeya ku ez berê ji ber hatim darizandin û berdan, dikin hinceta girtî mayîna min a li vir çimkî di destê we de wekî din tu tişt nîn e. Tu têkiliya wê dozê jî bi bûyerên Kobanê re nîn e.“

Yagci got ku îhtimala ew bireve nîn e û wiha axivî: “Eger min bixwesta ji zû de çûbûm Ewropayê. Nîvê malbata min li wir e. Berê ez bi kontrola edlî hatim berdan û bi rêk û pêk çûm ji bo îmzekirinê. Ji wê boneyê ez daxwaza berdana xwe dikim.“

‘GOTINÊN ABDULLAH OCALAN BÛN HÊVIYA BI MILYONAN KESAN’

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata jî wiha axivî: “Em bi tiştên ji mitaleyê dibihîzin şaşmayî nabin lê şandeya dadgehê me şaş dike. Tiştên ku di mitaleyê de nîn in jî hûn lê zêde dikin. Şahidê ji dosyeya li Amedê bûye yek, hatiye, di der barê hemû jinên li vir de gotin kirin. Hêza ku li vir çareseriya demokratî berbiçav bike jin in. Ev çareserî ku ji bo desthilatdariyê xeterî ye wê desthilatdarî wê çi bike? Wê êrîşê jinan bike. Gotinên me yên li Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wek boneya dewamkirina li girtina me hatiye pêşkêşkirin. Me, ev negotin. Civînên KCD’ê bi gel re bûn. Li KCD’ê, AKP’yî jî, CHP’yî jî û PDK’yî jî hebûn. Ên ku azadî nedixwestin pêşî KCD îlegalîze kirin. Çareseriya demokratîk, ne tiştekî wisa ye ku bi dizî bê kirin. Îro carek a din bibe em ê dîsa heman mekanîzmayan ava bikin. Divê cihên ku mirov bikarin biaxivin ava bike. Eger em bikarin biaxivin wê çima çek bibe rêbaza gera li mafê xwe. Gotinên ‘ez ji bo aştiyê amade me’ yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bûn hêvî ji bi milyonan kesan re. 6 milyon mirov, dibêje ku siyaseta demokratîk mimkûn e. Rêyeke din nîn e. Ji bo çareseriyê divê nexşerêyek diyar bibe.“

Parêzer Cemîle Tûrhalli ya herî dawî axivî, ji şandeya dadgehê pirsa “Bi ya we bûyerên Kobanê bi bangeke Twitterê dest pê kir? û ev tişt bi lêv kirin: “Em meraq dikin bê ka hûn çawa gihîştin qinyateke wiha. Rêveberên HDP’ê gotin ku wan ev tweet bi çi armancê par kirine. Nexwe hûn nikarin bi van beyanan sûcekî din araste bikin. Biryareke Dadgeha Mafê Mirovan (AÎHM) ê ya wiha heye ku armanca bi vê tweetê armanceke aştîxwaz e û nabe ku têkiliya wê bi van bûyeran re bê danîn heye. Nêzîkê du hezar gilîkerên vê dosyeyê hene yekî/ê jî negotiye ev bûyer ji ber tweetên heyî qewimîne. Tu şahidek ê/a veşarî ku we guhdariya wan kiriye jî HDP ji destpêkirina bûyeran berpirs nedîtiye. 15’ê Tîrmehê şeva derbeyê Serokkomarê welêt jî bang li xelkê kir ku derkeve derve. Xelk derket derve lê gelek bûyerên nehatin kontrol kirin jî qewimîn. Serê leşkeren hat jêkirin, kargeh hatin talankirin. Wisa be vê jî wek tweeta Kobanê bibînin. Hiqûq ji bo her kesê ye, herî pir jî ji bo kêmar û bindestan e. Ji bo parastina yên qels e. Ji ber ku desthilatdariyê xwest ev siyasetmedar bên darizandin, hûn bi hûrgulî li ser disekinin.“

Tûrhalli di dawiyê de, li dijî boneya dewamkirina li miwekîla xwe Ayşe Yagciyê beyanên xwe kirin û daxwaza berdana hemû siyasetmedaran kir.

Rûniştin, wê 8’ê Îlonê roja Pêncşemê dewam bike.