‘Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em bibin dengê kesên di greva birçîbûnê de ne’

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal got, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em bibin dengê kesên di greva birçîbûnê de ne.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê di çarçoveya hefteya mafên mirovan de li Salona Akademiyê ya Şaredariya Yenîşehîrê bi sernavê “Ji Duh Heta Îro Girtîgeh û Komkujiya Girtîgehan a 19'ê Kanûnê” panel li dar xist. Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen Aykol, Serokê berê yê Odeya Tabîpan a Mersînê Mehmet Antmen, Sekreterê Saxa ÎHD’ê ya Mêrsînê û şahidê Komkujiya 19’ê Kanûnê Bekîr Sitki Keçecî weke axaftvan beşdarî panelê bûn.

Beriya axaftinan ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.

Şahidê Komkujiya 19’ê Kanûnê Bekîr Sitki Keçecî diyar kir ku Komkujiya 19’ê Kanûnê komkujiya herî berfireh ê dîroka welêt e û ev bûyer sûcê mirovahiyê ye. Keçecî got: “Di vê komkujiyê de 8 hezar û 500 cendirme û hezar û 500 polîsên sivîl bi awayekî hovane êrîşî her kesî kirin. Gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Mirovan bi saxîtî şewitandin.” Keçecî diyar kir ku piştî vê komkujiyê rojiyên mirinê gihişt bi hezaran kesan û got, “Yan em ê serî tewandiban yan jî li ber xwe daban.”

Bijîşk Mehmet Antmen ragihand ku ji duh heta îro gelek girtiyên di rojiyên mirinê de ji ber nebûna alîkariya bijişkî jiyana xwe ji dest dane.

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal bal kişand ser hikûmeta AKP’ê û got, “Tirkiye veguherî welatê girtîgehê. Bîrdal bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku li dijî tecrîdê hatine destpêkirin û anî ziman ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em bibin dengê kesên di greva birçîbûnê de ne.”

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen Aykol, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ragihand. Çevîrmen anî ziman ku binpêkirinên mafan roj bi roj zêde dibin û li girtîgehan pergala êşkenceyê tê bikaranîn.