Ji bo astengdarê 19 heste di mala wî de hat dîtin 7 sal ceza

Ji bo astengdarê 19 heste di mala wî de hat dîtin 7 sal ceza

Welatiyê ji sedî 80 astengdar e Arîf Pelît ji ber ku li mala wî 19 heste (çeqmaq) hatin dîtin bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ hate sûcdarkirin 7 sal û 6 me cezayê ku bo wê hatibû dayîn hate erêkirin. Dadgeha bilind rapora kesê zana ku ji aliyê emniyata polîsan ve hatibû amadekirin û tê de dihat gotin: ‘19 heb heste vala ne. Nekare bibe teqemenî’ jî cezayê hatibû birîn erê kir.

Li Îzmîrê Arîf Pelît yê 52 salî ku ji sedî 80 astengdar e, 19 hesteyên li mala wî hatin girtin wekî delîl hate nîşandan û 9’emîn Daîreya Cezayê Dadgea Cezayê Bilind cezayê wî erê kir.

Di rapora Midûriya Polîsan a Îzmîrê de ku pêşkêşî Dadgeha Cezaya giran a rayeya Taybet ya Îzmîrê kirin de wiha dihat gotin: “Ji van 19 heb heste 18 heb vala ne. Ne mumkune ku ev bibe bingeha bombeyê.”

Dozgerê danişînê Alî ÇelÎk diyar kir ku ‘Sûc nehatiye kirin, tespîteke şênber ya ku sûc bike nehatiye dîtin’ û daxwaza beratê kr. Lê Dozgrê Dadgeha Bilind Okan Begar jî got; “Ji bo cezayê hincekete tê tune û berat Pelît xwest. Lê mutalaya dozger hate piştguhkirin.”

Pelîtê ku ev 10 meh e li Girtîgeha Tîpa F ya hejmar Yek a Îzmîrê girtiye, li gorî cala Qanûna Cezayê Tirk (TCK) 314/2, cezayê ku ji endamtiya rêxistinê girtibû 7 sal û 6 meh hate teqezkirin.

Afîf Pelît ku ji sedî 80 astengdarê di 17’ê mijdara 2007’an de dema li qehweyê dişuxulî bi ser mala wî de girtibûn. Di dema serdegirtinê de 19 heste hatibûn desteserkirin.