Li gorî pakêta nû ya darazê ya hikûmeta AKP’ê ji parlementerên xwe bi xwe jî veşart û piştre anî li Meclîsê kir qanûn, ji bo darizandina polîs û hêzên ewlekariyê yên bersucên îşkence û mûameleyên xirab divê pêşî ji amîrên polîsan destûr bên wergirtin.
Di çarçoveya qanûna ya ku di rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê de, dê ji bo darizandina polîsên îşkencekar destpêkê destûrê ji Midûriyeta Emniyeta Polîsan bê wergirtin. Beriya niha dozgeran dikarîn yekser der barê polîsan de lêpirsîn bidin destpêkirin û darizînin.