Ji bo akademîsyenên, ku di bin navê 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' de li dijî şer derketin, lê hatin girtin û bûn hedefa zextan, li Fransayê komîteyek piştevaniyê tê avakirin. Komîte bi hewldana glek akademîsyenên Fransî û biyanî hat birêxistinkirin, wê di 13'ê Nîsanê de bi konferansekê re were ragihandin.
Koma Xebatê ya Navneteweyî ya Azadiya Hîndekariyê û Lêkolînê (GIT), Komeleya Zanistên Siyasetê ya Fransayê û Lîga Mafên Mirovan jî di nav de hîndekarên ji gelek zanîngehên Parîs û Strasboûrgê, Komîteya Piştevaniya Navneteweyî ya bi Akademîsyenên ji bo Aştiyê re ava dikin.
Komîteya piştevaniyê wê di 13'ê Nîsanê de bi konferansek li estîtuya Dibistana Bilind a Zanistên Civakî ya Parîsê (EHESS) bê ragihandin. Di daxuyaniya vê saziyê de hat ragihandin, ji sala 2010'an û vir ve zextên li Tirkiyeyê yên li hemberî hîndekarî û lêkolînên akademîk zêde bûne. Hat ragihandin, ku di nava 4 salên dawî de di bin navê 'qanûna têkoşîna li hemberî terorê' re akademîsyen hatine 'terorîzekirin', yan jî weke 'hevparê sûc' hatine sûcdarkirin. Weke mînak jî hat bibîrxistin, ku Buşra Ersanli û Ragip Zarakolû di sala 2011'an de hatin girtin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girtin û zexta li 1.128 akademîsyenên mora xwe danîn binê danezana 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' û hat gotin, akademîsyen Esra Mûngan, Mûzaffer Kaya û Kivanç Ersoy ji 15'ê Adarê û vir ve girtî ne.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, şîdeta dewleta Tirk di asteke tirsnak de ye û hat destnîşankirin, ku seferberiya derdorên akademîk ên li cîhanê yên li dijî vê rewşê derketin, rê li ber avakirina vê komîteya wan vekiriye.
Daxuyaniya ragihandina komîteyê wê di 13'ê Nîsanê de li avahiya EHESS a li Parîsê bi konferansekê re bê dayîn.