Doç. Dr. Esra Arsan diyar kir ku çapemeniya Tirk, weke Şemizînan, li Dîlokê jî rastiyan ranagihîne û got; “Ger em bi rêgezên rojnamevaniya gerdûnî ve lê binêrin, em bi rehetî dikarin bêjin ku çapemeniya mezin a Tirk careke din bi ezmûnek xirab re rû bi bû ye.” Arsan destnîşna kir ku çapemeniya Tirk weke çalakgeran yekser PKK’ê destnîşan dike û got; “Çapemeniya Tirk hatiye rewşek wisa ku dilê mirov pê dişewite.”
Di encama teqîna li Dîlokê pêk hat de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Her çendî tu delîlek tune ye, lê çapemeniya Tirk û rayedarên Tirk bûyerê avêtin stûyê PKK’ê. Bi vî awayî hemû Kurdan kirin hedef û êrîşên nijadperest li hemberî avahiyên Kurdan pêk hatin.
"MIROV JI ÇAPEMENIYA TIRK HÎN DIBE KU ÇAWA ROJNAMEVANIYÊ NEKE!"
Ji Zanîngeha Bîlgîyê Doç. Prof. Esra Arsan vê mijarê ji ANF’ê re nirxand û got; “Heta niha rûyê rast ê pevçûnên li Şemizînanê di navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de diqewimin, ji gelê Tirk re nehatiye vegotin. Niha jî ev bûyera xemgînî ya li Dîlokê qewimî. Çapemeniya sereke nikare agahîyên rast, durust û aşkere yên der barê bûyerên li Başûrê Rojhilat diqewimin rabigihîne.”
Arsan destnîşnan kir ku heke çapemeniya Tirk agahiyên rast bi dest bixe jî dîsa newêre rabigihîne û got; “Çapemenî sansur û qedexeyên li ser weşanê qebûl kiriye, û li Şemizînanê jî, li Dîlokê jî agahiyên manîpulatîf û nûçeyên bi rêyekê tenê çêtir dibîne.”
Doç. Dr. Esra Arsan ev tesbîst kir: “Ger em bi rêgezên rojnamevaniya gerdûnî ve lê binêrin, em bi rehetî dikarin bêjin ku çapemeniya mezin a Tirk careke din bi ezmûnek xirab re rû bi bû ye. Bi taybet di mijara Dîlokê de, helwesta ku rojnamevanan nîşan da, tunebûna agahiyan, hewldanên dijminkirinê û nûçegihaniya ku nefretê pêş dixe. Helbet hemû êrîşên li dijî mirovan pêk tên û dibin sedema mirina mirovan, mirov xemgîn dike. Lê rojanevan beriya van bûyeran bikin nûçe gelek mijarên ku li ser baldar bin hene."
Arsan destnîşan kir ku çapemeniya Tirk hatiye rewşek wisa ku dilê mirov pê dişewite. Arsan ragihand ku dê bi demê re were zanîn ka çalakî ji aliyê kê ve hatiye kirin û got; “Lê rojnamevan ku Stenbolê li navenda nûçeyan ji xwe re rûniştine û ne cûrê bombeya li Dîlokê hat teqandin dizane, ne jî dizane ev bombe ji aliyê kê ve hatiye karanîn, ne jî dizane êrîşkar kî ne. Dîsa rojnamevanên me li cihê xwe rûdinin û weke pisporên stratejiyê diaxivin û dibêjin ‘filan rêxistinê kir’. Bi rastî jî dilê mirov pê dişewite. "
"YÊ KU ROJA DESTPÊKÊ MANŞETA ‘TERORA PKK’Ê NIVÎSAND, NE ROJNAMEVAN, TETÎKKÊŞ E"
Arsan bal kişand ser senaryoyên der barê teqîna li Dîlokê de û destnîşan kir ku yek ji wana ew bû ku dihat gotin ji aliyê PKK’ê ve hatiye kir. Arsan got; "Lê PKK’ê êrîşê negirt ser xwe. Senaryoyek din jî ew bû ku êrîş ji aliyê Sûriye/Esad ve bi destê komeke taşeron hatiye kirin. Li virî qala El Qaîde an jî PKK’ê tê kirin. Ev yek jî îhtîmalek e. Lê nehatiye piştrastkirin.” Arsan destnîşan kir ku gelek texmînên din jî hene û got; “Lê ger mirov tenê rabe ji hemû texmînan bêje ‘Terora PKK’ê, yên ku vê manşetê bi kar tîne ne rojnamevan in, ew tentîkkêş in. Ji ber ku hîna ji Walîtiya Dîlokê, ji pisporên bombeyan tu daxuyaniyeke fermî nehatine."
"ÇAPEMENIYA TIRK HIŞT KU ÊRÎŞÊ AVAHIYÊN BDP’Ê BIKIN"
Arsan diyar kir ku hêj bûyer tam neqewimî, rayedaran tu daxuyanî nedane, hin pispor nêrînên xwe yên der barê bûyerê de tînin ziman, rojnamevan jî hîna bûyer berdewam dikin, her tiştê dinivîsin û bûyerê diqedînin, biryarê didin û dibêjin qaşo wan sucdar peyda kir û wiha domand: " Ev yek tewşîkî ye.” Arsan destnîşan kir ku li vî welatî agahiyên wiha nehatine piştrastkirin encamên pir xirab bi xwe re tînin û got; “Jixwe êrîşên lîncê yên li ser avahiyên BDP’ê li holê ne. Tişta ku herî zêde min matmayî hişt, hin rojnamevanan li ser malperên tevnê civakî daxuyaniyên bi awayê ‘Wey namerdno! Hûn nanê vî welatî dixwin, xiyanetê dikin… Xwedê bela bide we…’ belav kirin. Gelo ev namerdane kî ne? Hey rojnamevan, tu jî nanê vî welatî dixwî. Li şûna tu qîr bikî, ger zehmet nebe pêşî karê xwe bike. Em jî dê wê demê ji gotinên te bawer bikin… "