Ji ber guhdarkirin mûzîka Kurdî bi 90 sal ceza tên darizandin

Ji ber guhdarkirin mûzîka Kurdî bi 90 sal ceza tên darizandin

3 kesên endamên SDP’ê bi îdîaya “Bi fermana KCK’ê” beşdarî Newrozê bûne û ji “endamtiya KCK’ê” hatin girtin, bi 90 sal cezayê girtîgehê tên darizandin. Di nava delîlên îddîanameyê stranên Kurdî û pavekirinên li ser malpera Facebookê hene.

Ciwanên endamên SDP (Partiya Solyalîst û Demokrasiyê) Alî Okutan (19), Dersim Dînçer (19) û Bedrettîn Akyuz (20) bi îdîaya bi fermana KCK’ê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûne, di 27’ê nîsanê de hatin binçavkirin û piştre serbest hatin berdan. Lê ji ber îtîraza doz ger, careke din di 2’ê gulanê de dîsa hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Mêrsînê.

DI ÎDDÎANAMEYA DOZGERÊ AKP’Ê ÇI TUNE YE…

Ev nêzî du meh û nîv in ciwan hatine girtin û Dozgeriya Raye Taybet a Komarê der barê wan de îddîaname amade kir. Di îdîanameyê de tê gotin ku ciwan bi banga KCK’ê beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya di 20’ê adarê de bûne, di dema pîrozbahiyê de kevir û molotof avêtine polîsan, û ziyanê dane malê dewletê. Her wiha dozger dibêje ku her sê ciwan endamên DEV-LÎS’a SDP’ê ne û DEV-LÎS’ê ji bo çalakiyan bi PKK’ê re li hev kiriye.

Di îdîanameyê de 3 kes bi 7 sucan tên tawanbarkirin. Ciwan bi îdîayên “endamên rêxistinê”, “bi navê rêxistinê çalakî li dar xistine”, “propagandaya rêxistinê kirine”, “madeyên xeter û qedexe bi wan re hebûn”, “li hemberî polîsan li ber xwe dane”, “bi zanebûn mirov birîndar kirine”, “ziyan dane malê dewletê.” Bi vî awayî ji her yek ji 3 ciwanan re 30 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

BI STRANÊ GIRÊDANA ZÎHNÎ!

Dozger mûzîkên Kurdî yên di komputerên ciwanan de jî xistin nava delîlan û girêdana wana bi rêxistinê re çêkir. Li gorî dozger, ciwanan guhdarî stranên Bêrîtan, Oremar, Partîzan, Herne Pêş, Dengê Kurdistan, Rojbaş, Olmedi Mazlum Dogan kirine û ev yek jî “Girêdana zîhnî ya bi KCK’ê re nîşan dide”. Delîlek din jî pavekirinên li ser malpera Facebookê ne. Dozgerî parvekirinên li ser Facebookê jî weke propagandaya rêxisitnê dihesibîne. Dozger diyar kir ku Akyuz li ber stranên Kurdî govend gerandiye û propagandaya rêxistinê kiriye.

Ji ber ku Betrettîn Akyuz beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Zanîngeha Mêrsînê bûye, dozgerê Tirk ev yek jî weke suc hesiband. 14 polîs jî gilî dikin û dê yekemîn rûniştina dozê di 27’ê îlona 2012 de li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê pêk bê.