Ji Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan peyama sersaxiyê ji bo Fîlozof Negrî

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ji bo fîlozofê jiyana xwe ji dest da Antonîo Negrî peyama sersaxiyê weşand.

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, ji bo fîlozofê Îtalyayî Antonîo Negrî ku dostekî kurdan e û di 16 'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyama ku hate gotin, "Em ji ber agahiya wefata dostê Kurdan ê hêja Antonîo Negrî ku yek ji analîstên xurt ên sîstema kapîtalîst e, xemgîn in" de ev tişt hatin gotin:

“Di cîhaneke ku pergala mêtingeriyê ya kapîtalîst ji bo hebûna xwe bidomîne, lêgerîn û lêpirsînê ji holê radike û civakên kole diafirîne de, li dijî vê pergala ku li ser desthilatdariya dewlet û serdestiya mêr hatiye avakirin, hêza lêpirsînê bi dengekî bilind nîşan kirina têkoşîna azadiyê ye.

Tevkariyên ramanên mîna Antonîo Negrî yên ku wijdanê xwe yê civakî winda nekirine, di analîza Rêber Apo ya li ser pergal û avabûnên şaristaniya cîhanê û xwe gihandina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê de ti carî nikare bê înkarkirin. Em dizanin ku Negrî di demên dawî ya jiyana xwe de paradigmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo û girîngiya Şoreşa Rojava ku tê de hatiye hûnandin bi kûrahî nas kiriye û bala wî kişandiye ser vê qadê. Bi kurtasî wî me şopand me jî wî. Ev têkiliya sîmbîotîk wê bi serkeftina civakên pir demokratîk a li dijî avahiyên desthilatdariya faşîst, tekparêz ya hilweşîner a kapîtalîzmê were tacîdarkirin. Bi vê bîr û baweriyê em Antonîo Negrî bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbat, xizm, dost, şoreşger û hêzên demokrasiyê re sersaxiyê dixwazin."