Ji akademîsyenan ji bo hempîşeyên xwe 'Nobeda Azadiyê'

Akademîsyenan ji bo hempîşeyên xwe yên girtî bên berdan, li ber Girtîgeha Girtî ya Bakirkoyê dest bi 'Nobeda Azadiyê' kirin.

Ji bo serbestberdana akademîsyen Esra Mûngan, Kivanç Ersoy û Mûzaffer Kaya, ku ji ber mora xwe danîn binê danezana aştiyê ji aliyê AKP-Qesrê ve hedef hatin nîşandan û dûre hatin girtin, 'Nobeda Azadiyê' hat destpêkirin. Nobed ji aliyê akademîsyenên ji gelek zanîngehan ve tê girtin û wê bi awayekî dorveger pêk were. Her roj 3 akademîsyen wê li ber Girtîgehên Bakirkoy û Metrîs 'Nobeda Azadiyê' bigirin.

Akademîsyenan çalakiya xwe ya destpêkê ya nobedê li ber Girtîgeha Bakirkoyê pêk anîn, ku Mûngan li vê girtîgehê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Di çalakiyê de hat ragihandin, nabe ku azadiya ramanê weke sûc bê dîtin û hat xwestin, akademîsyen werin berdan.