Ji 83 kesên li Mêrsînê hatin binçavkirin 40 serbest hatin berdan

Ji 83 kesên li Mêrsînê hatin binçavkirin 40 serbest hatin berdan

Ji 83 kesên di merasima cenazeyê gerîla Şukru Sezer de li Mêrsînê piştî êrîşa polîsan hatin binçavkirin jê 40 kes li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê serbest hatin berdan.

Duh 83 kes di êrîşa li hemberî meresima cenazeyê gerîlayê HPG'ê Şukru Sezer a li Mêrsînê pêk hatin de hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Ji 83 kesên di êrîşa polîsan de li Mêrsînê hatin binçavkirin jê 40 kes li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê serbest hatin berdan.

Gerîlayê HPG’ê Şukru Sezer (Keskin Suruç) di 27'ê hezîranê de li gundê Zikreşa Mûşê li gel hevalekî xwe di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû. Duh cenazayê Sezer li Goristana Guneykentê bi merasimek girseyî hate definkirin û girse rastî êrîşa polîsan hatibû. 9 jê zarok 34 kes hêj li TEM'ê tên ragirtin.