Îzmîr TAYD-DER'ê banga lezgîn li raya giştî kir

TAYD-DER Şaxê Îzmîrê bi civîneke çapemeniyê re, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.

Komeleya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TAYD-DER) Şaxê Îzmîrê, ji bo balê bikşîne ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Mehmet Okûr û Habîl Emen ên li Girtîgeha Kiriklarê tên ragirtin, li avahiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist.

Endamê TAYD-DER'ê Seîd Bahadir daxuyanî da û ev xal destnîşan kir:

"Dema mirov li qanûn û pêkanînên wan ên li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê dinêrin, tê dîtin ku di naverok û pratîka van qanûnan gotina mirov hukmê xwe winda kiriye. Girtiyên nexweş ên li her şêwe tecrîd û îzolasyonê re rû bi rû ne, li hemberî mirinê li ber xwe didin.

Yek ji van jî girtiyê nexweş Mehmet Okûr e ku li Girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Îzmîrê tê ragirtin e. Ji bo tedawiya Mehmet Okûr ê bi kansera prostat e, doktoran diyar kirine ku divê heft hefteyan dermanê pêşîgirtina li nexweşiyê bikar bîne. Lê belê rêveberiya girtîgehê ragihandiye ku ew ê berdêla dermanê ji 1700 TL'yî nede. Ev rewşa ku mafê xwegihandina tedawiyê tê astengkirin, Mehmet Okûr ber bi mirinê ve dibe.

BI BERPIRSYARÎ RABIN

Her wiha Habîl Emen ê nexweşiya fitiqa piştê pê re heye ku li heman girtîgehê tê ragirtin, nêzî 15 roj in li koxûşa mehkûman a nexweşxaneya lêkolînê ya Yeşîlyûrt a Îzmîrê tê sekinandin. Eger hesasiyeta pêwîst neyê nîşandan dibe ku piştî operasyonê felç bimîne. Pêvajoya tedawîkirinê ya vî hevalê me veguheriye îşkenceyê. Ji bo çareseriya pirsgirêka girtiyên nexweş, bi taybetî jî pirsgirêka Mehmet Okûr û Habîl Emen, em bang li Yekîtiya Tabîbên Tirk, rêxistinên girseyî û demokratîk û saziyên mafên mirovan dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin."