Îşkenceya 'Sonda me' daket 4 salan

Îşkenceya 'Sonda me' daket 4 salan

Sonda nijadperestiya Tirk a bi navê “Andimiz” ango “Sonda Me” ya ku di dibistanên Tirkan de bi zorê bi zarokên Kurd didin xwendin, di çarçoveya sîstema 4+4+4 a perwerdehiyê de daket 4 salan. Yanî dê ev sond tenê di 4 salên destpêkê yên dibistanan de hebe.

Li gorî guhertina Wezareta Perwerdehiyê ya Tirk di Rêvebernameya Saziyên Dibistana Seretayî de pêk anî, zarok êdî ji pola pêncemîn û jortir “Andimiz” naxwînin.

Ev sond di 8 salên dawiyê de bi darê zorê dihat xwendin. Ev sond bi gotina “Ez Tirk im, rast im, jêhatî me…” dest pê dike û bi darê zorê bi zarokên Kurd jî didin xwendin. Ji bo rakirina vê sondê kampanya hatin destpêkirin, lê hikûmeta AKP’ê vê yekê qet neanî rojeva xwe jî.