Nûçegîhanê ANF’ê Îsmaîl Yildiz di 20’ê kanûna 2011’an de bi operasyona pêk hat de hate binçavkirin. Bigirin Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 ya Kandrayê. Bi endamtiya KCK’ê tê sûcdarkirin. Wekî rewşa hempîşeyên wî di rewşa wî de jî, yek delîlek nehat dîtin. Pêşniyarên ji midûrê xwe yê nûçeyan girtibû û dîsa dokumanên qeydên nûçeyan di îdianameyê de cih girt. Hate îdiakirin ku di 2001’ê de çûye çiyê û li gorî naveroka vê îdiayê divê Îsmaîl niha hêj li Çiyê bûya! Gera wî ya Almanyayê ya 2011’an jî ‘bi guman’ hate dîtin û ew jî li îdianameyê hate zêdekirin. Yildiz ev rewaş wisa nirxandibû; “Ji bo kurdan çûyîna Almanyayê jî hinceta krîmînzeyê ye.” Danişîna Îsmaîl Yildiz di îlonê de dest pê dike.
Hestên Îsmaîl Yidiz wî hinek ji hevalên wî cuda dike. Piştî girtina wî, keça wî ya ku di meha nîsanê de ji dayik bû, qet nedîtiye. Zerya Zîn roja înê cara yekemîn bavê xwe hembêz kir.
ÎSMAÎL: MIN HÎS KIR KU EZ BAVIM!
Hevsera Îsmaîl Yildiz, Belma Yildiztaş hevdîtina bi keça wî re wiha vegot: “ Îsmaîl beriya keseke ku qet neditibû dikir. Zerya Zîn piştî ku ew hate girtin, hate dinê. Roja înê em çûn hevdîtinê. Min Zerya jî bi xwere bir. Îsmaîl pêşî ew hembêz kir û demekê giriya. Piştî ku ev hest ji ser xwe avêt, hewl da ku fêr bibe wê bike hembêza xwe. Got ku ew cara yekemîn de hesta bavitiyê dijî. Ew di nîsanê de bû bav lê hêj nû fêm kir ku ew bav e.”
Belma Yidiztaş behsa rojên girtîgehê yên Yildiz kir û wiha got: “Jiyana xwe ya rojane bi xwendinê derbas dikin. Li derve ji ber tempoya kar zêdetir nekaribû pirtûk bixwenda lê niha dike. Niha mehê 25 pirtûkan dixwîne. Sala borî di pêşbirka helbestan de bû yekemîn. Niha ji bo vê pêşbirkê di girtîgehê de xwe amade dike. Niha bi wê re mijûl e.”
Yildiztaş da zanîn ku dertên Îsmaîl û yên hevalên wî yên bernameyan tuneye û got mehê carekê derdikevin sporê û wiha got: “Mehê carekê sporê dikin, futbolê dilîzin. Zivistanê diçin kursa baglamayê. Lê di dawiya meha gulanê de ev qurs jî qedya.”
DIXWAZE XWE BIGÎHÎNE TUTUNÊN BAVÊ XWE
Belma Yildiztaş destnîşan kir ku dema çûye hevdîtinê Îsmaîlekî bi hêz û îrade li pêş xwe dîtiye û wiha berdewam kir: “Piştî Zerya dît hêza xwe ji nû ve girt. Jixwe îradeya xwe qet wenda nekiriye. Min ew bi sebr û saxlem dît. Malbata xwe pir mereq dike. bi taybetî bavê xwe. Bavê wî tutunê diçîne. Îsmaîl her tim alîkarî didayê. Niha hêvî dike ku dema çînina tutunê derbike. Îsmaîl ji gund pir hez dikir. Piştî girtîgehê jî dixwaze li gund bijî. Em difirin piştî derkeve em li gund bijîn. Got ew dixwaz ji jiyana bajarvaniyê dur bikeve. Di hevdîtinê de got ew hesretê jiyana gund e. Îsmîl berêjiya Bezarê kiriye.
DAXWAZA ME HATE REDKIRIN
Belma Yildiztaş bal kişand ser pêvajoya dozê û wiha got: “Du şahidên veşarî axivîne. Der barê vê de belgeyên me ku gotinên wan derew derdixe hene. Parêzer xwe baş amade dikin. Ger bi hiqûqî ev doz bê dîtin em bi hêvî ne lê ger ku siyasî be em nizanin encam çi ye. Me piştî Pakêta 3’emîn a darazê serlêndan kir. Lê daxwaza me hate redkirin. Îsmaîl û hevalên xwe evîndarê rojnamegeriyê ne. Tenê ji bo vê xebata xwe meşandin. Gelek rojnameber bi sûcdarkirinan tu eleqeya wan tune. Dixwazin îzole bikin. Ez bang li rayagiştî dikim. Em bi bandora raya gitşî bawerin. Piştgiriya wan a ji bo rojnameger û akademîsyenan heye. Em dixwazin ev dibome. Bandorek mezin pêk bînin dê bên berdan.”