Iraqê vîze neda Bahçelî

Iraqê vîze neda Bahçelî

Iraqê ji bo geziya Kerkûkê vîze neda Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî. Hikumeta Iraqê bertekek hişk nîşanî serdana Wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoglû ya “illegal” ya Kerkûkê dabû.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperestan (MHP) Devlet Bahçelî plankiribû ku roja cejna remezanê de biçe Kerkûkê, Rêveberiya Navendî ya Iraqê vîze nedayê û serdan hate betalkirin.

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî plan dikir ku, di rojên 18-21’ê Tebaxê de biçe Kerkûkê. Şandeya MHP’ê ya ku ji bo mûhra Kurdistanê li pasaportê nedin plan dikir ku li ser Mûsilê re derbazî Kerkûkê bibin. Ji bo vîzeyê serî li Wezareta Karê Derve ya Iraqê dan. Lê belê Rêveberiya Navendî ya Iraqê vîze neda Devlet Bahçelî û şandeya MHP’ê. Hincet jî nehate aşkera kirin.

Li ser vê biryara Iraqê serdan hate betalkirin. Serokê MHP’ê Bahçelî plan dikir ku roja yekem ya cejnê nimêjê li Kerkûkê bike.

Ev pêşketin piştî Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû bi awayek “korsan” serdana Kerkûkê kiribû pêkhat. Davûtoglû piştî serdana Hewlêrê bêy agahî û destûra rayedarên Iraqê 2’ê Tebaxê serdana Kerkûkê kiribû. Li ser vê Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniya, “Ev hemû tişt dervey agahî û pesend kirina Wezareta Karên Derve pêkhatiye û ji bo ev serdan pêkwere kanalên diplomatîk û fermî bikar ne anîne” dabûn.

Bexdayê bertek nîşanda bûn û aşkera kiribû ku, Tirkiyeyê bi şeklek zelal xwe tevlî karên hundir yên Iraqê kirine. Her wiha Tirkiye bi gotina, “Encamên vê çalakiyê” û “Dê bandoriyên negative li ser têkiliyê di navbera her du welatan de çêbibin” hişyar kiribûn û piştre nota dabû Tirkiyeyê. 7’ê Tebaxê jî hikumeta Iraqê aşkera kiribû ku, ew dê têkiliyên bi Enqereyê re berçavan re derbaz bikin.