Îngilîstan ji bo biryara NY ket nava tevgerê
Îngilîstan ji bo biryara NY ket nava tevgerê
Îngilîstan ji bo biryara NY ket nava tevgerê
Serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron da xuyakirin ku ew xwe amade dikin ji bo destwerdanek li Sûriyê, pêşnûmebiryarekê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin.
Pêşnûmebiryar wê pêşkêşî civîneke bi beşdariya 5 endamên timî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bê kirin û wê were xistin ku "Ji bo parastina sivîlên li Sûriyê erka wergirtina tedbîran" bê dayîn.
David Cameron bi rêya twitterê got, "Me her tim gotin ku divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di mijara Sûriyê de berpirsyariyên xwe bicih bîne. Îro şensê Neteweyên Yekbûyî heye ku vê yekê pêk bîne."
Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki Moon jî beriya niha bang li Konseya Ewlekariyê kiribû ku bikeve nava tevgerê.
RAYEDARÊ NY: DER BARÊ BIKARANÎNA MADEYA KÎMYEWÎ DE DELÎL HATIN DÎTIN
Ji aliyê din ve, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê El Ahdar El Brahîmî da xuyakirin ku der barê bikaranîna madeya kîmyewî ya di êrîşa hefteya derbasbûyî ya li Şamê de, delîl hatine dîtin.
Di êrîşa roja 21'ê Tebaxê ya li dijî herêma El Şam a li paytexta Şamê ku di bin kontrola mûxalîfande ye, li gorî gelek çavkaniyan bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dane.