Îlter: Ger ku li welatekî lêgerîna edaletê hebe, edalet tune ye

Îlter: Ger ku li welatekî lêgerîna edaletê hebe, edalet tune ye

Xizmên karkerên ku di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan û birindar bûn, di hefteya 8'emîn de çalakiya "Nobeta Edalet û Wicdan" pêk anîn. Di çalakiyê de Xizmê karkeran Metîn Karayîgît, bal kişand ser bûyera 11'ê Adara 2012'an ku li Esenyûrtê pêk hat û diyar kir ku, hêj ewlehiya wan ya kar tune ye. Îdrîs Topalê ku di kar de kurê xwe winda kir jî ani ziman ku, ew her roj dimirin. Rojnameger Balçiçek Îlter jî anî ziman ku ger li Welatekî lêgerîna edaletê hebe, wê demê li wî welatî edalet tune ye û li wî welatî hin tişt birêve naçin.

Malbatên karkerên ku di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, di hefteya 8'emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatên ku li Galatasarayê kom bûn, pankartên "Ne qezayên karin, ev cînayete", "Dîrok 11.03.12. Cih; Înşaeta AVM ya Esenyurtê: 11 karkeran jiyana xwe ji dest da" vekirin û dowîzên "Bila berpirsiyar bên darizandin" û "Em edaletê dixwazin" "Ji bîr neke. nede ji bîrkirin" rakirin û çalakiya "Nobeta Wîcdan û Edaletê" berdewam kirin. Malbatan di çalakiyê de wêneyên karkerên ku di bûyeran de jiyana xwe ji dest dabûn rakirin.

Li ser navê komê Birayê Rojnameger Cem Emîr yê di Otela Bayram ya Wanê de jiyana xwe ji dest da Tuncel Emir axivî û wiha got: "Em ji kesên li Canikliyê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxiyê dixwazin. Em bang li rojnameger, sendika, komele û hemû beşên civakê dikin ku bi xebatên xwe rê li pêşiya kuştinên karkeran bigirin." Emîr, da zanîn ku dê di nobeta îro de li malbatên 11 karkerên ku li Esenyurtê hatin qetilkirin guhdar bikin.

‘GER LI WELATEKÊ LÊGERÎNA EDALETÊ HEBE, LI WÎ WELATÎ EDALET TUNE YE’

Pişt re rojnameger Balçîçek Îlter axivî û wihagot: "Ger ku li welatekî lêgerîna edaletê hebe, wê demê li wî welatî edalet tune ye. Wê demê li wî welati tiştek kême.

Bavê karkerên bi navê Seyfettin Topal Îdrîs Topal jî axivî û wiha got: "Kurê min ji bo deynê xwe bide dixebitî. Kurê min li xurbetê jiyana xwe ji dest da. Bêyî ku deynê xwe bide ji me qetiya. Em her roj tên kuştin, lê kes hesabê vê yekê napirse. Em pêşiya bûyerê bernadin.

Dê roja Înê li Edliyeya Bakirkoyê der barê 5 jê girtî 13 kesên tekildarî bûyera Esenyûurt'ê tên darizandin bê dîtin.