Îhsan Elîaçik: AKP bi mejiyê fethê êrîş dike

Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik bal kişand ser nêzîkatiya bi mejiyê fethê ya li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê û diyar kir, pirsgirêka Kurd radestî hêzên çete û şerê taybet ên salên 90'î hatiye kirin.

Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik bal kişand ser nêzîkatiya bi mejiyê fethê ya li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê û diyar kir, pirsgirêka Kurd radestî hêzên çete û şerê taybet ên salên 90'î hatiye kirin. Elîaçik da xuyakirin, ku di berdêla komkujiyên tên kirin de ji Erdogan re soza vekirina rêya serokatiyê, destnedana li malbata wî û pêknehatina darbeyê li hemberî wî hatiye dayîn.

Ji pêşengên Tevgera Misilmanên Antîkapîtalîst Îlahiyatvan nivîskar Îhsan Elîaçik polîtîkaya şer a AKP'ê piştî 7'ê Hezîranê xist meriyetê û cihê AKP'ê di Îslamê de ji ANF'ê re nirxand.

Elîaçik da xuyakirin, ku di serî de li Cizîr, Silopiya û Nisêbîn li gelek bajaran hêzên nêzî AKP'ê di bin navê cîhadê de li dijî Kurdan bi mejiyê fethê şer dikin û bibîr xist, ku cîhad ji bo parastina edalet û azadiyê, her şêwe hewldan û cehd e. Elîaçik ragihand, cîhad nabe ku bi çekê were kirin û got, "Cîhad bi guhertinên qanûnî yên ji bo afirandina edalet û azadiyê dibe. Ji ber ku bi van re mejiyê fethê heye, dagirkirina cîhekî ji xwe re weke cîhadê dibînin. Cîhad pêvajoya aştiyê ye. Ya ku desthilatdariya heyî niha dike, tevgera bi refleksa dewleta klasîk e. Desthilatdariya AKP bi polîtîkayên ewekariyê yên salên 90'î tevdigere. Ji şer û rijandina xwînê li benda hêviyan e. Cudahiyeke xwe ji hikûmetê din nîne, dewletê naguherînin, xwe dikin dewlet. Li modela dewletê ya klasîk vegeriya ye. Pirsgirêka Kurd radestî hêzên çete û şerê taybet ên salên 90'î kiriye. Di berdêla vê de jî ji Erdogan re soz hatiye dayîn, ku rêya serokatiyê lê bê vekirin dest li malbata wî neyê dayîn û li hemberî wî darbeyek neyê kirin."

'PÊVAJOYA ÎSRAÎLBÛYÎNÊ DESTPÊ KIR'

Elîaçik da xuyakirin, ku ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve hikûmeta AKP'ê bi temamî hevseriya xwe winda kiriye û destnîşan kir, ku AKP sûcên li dijî mirovahiyê dike. Elîaçik got, "Bûyerên gelekî mezin û tirsnak rû didin. Pêwîste sûcdar hemû werin darizandin. Teşhîra bedena jinên hatine qetilkirin, bombekirina goristanan û derxistina mirovan ji cih û warên wan sûcê şer e. Di Peymana Cenevre de ev sûcên tên kirin weke sûcê li dijî mirovahiyê tên binavkirin. Em dibînin rêbazên şer ên Îsraîl li hemberî Filîstiniyan bi kar tîne, niha ji aliyê dewletê ve li hemberî mirovên li herêmê tên bikaranîn. Dewlet ketiye nava rewşeke Îsraîlbûyînê."

'DITIRSIN KARÊN WAN ÊN KIRÊT DERKEVIN HOLÊ'

Elîaçik diyar kir, desthilatdariya AKP'ê bi dijwarkirina şer re hewl dide sûcên şer ên bi komkujiyan re kiriye bide ji bîr kirin, veşêre û got, "Erdogan niha bi tirsê tê birêvebirin. Teslîmî tirsê bûye. Bi mejiyê 'eger ez gavekê bi paş de bavêjim wê pêvajoya têkçûnê destpê bike, ev yek jî wê bibe sedem ku hemû karên min derkeve holê' tevdigere. Lewma ji bo neyê darizandin û tim û daîmî li ser desthilatdariyê bimîne çi ji dest tê dike. Erdogan bi vê nêzîkatiyê derdikeve pêşiya me. Ji rewşa bi serê dîktatorên beriya xwe encam dernexistiye û ew bi xwe jî ketiye nava heman pêvajoyê. Ev pêvajo ew pêvajo ye ku desthilatdarî ketiye nava lepên tirsê. Naxwe wê hemû karên kirêt derkevin holê û pêvajoya darizandinê destpê bike. Ji bo xwe ji vê rizgar bike, heta jê tê xwe li polîtîkayên ewlekariyê girtiye."

'LI CIZÎRÊ SÛCÊ ŞER HAT KIRIN'

Elîaçik, têkildarî şewitandina mirovên li jêrzemînên li Cizîrê asê mayî de da zanîn, ku ev yek ji aliyê olî û însanî ve nayê qebûlkirin û got, "Li ser kesê mirî, lêpirsîn û şûr radibe. Nabe ku li kesê mirî tehde û îşkence bê kirin. Tehdeyek li kesekî mirî, heram e. Cenazeyê dijmin jî ji ber ku miriye, hêjayî hurmetdayînê ye. Ji ber ku dema dimire, paşeroj di dema berê de dimîne. Şertê irf û adetê ev e. Şertê olan ev e. Lê em dibînin ku ev nayê kirin, cenaze tên şewitandin. Ev sûcên gelekî mezin ên şer in."

'MAFÊ DEWLETÊ NÎNE ŞEHÎD ÎLAN BIKE'

Elîaçik bal kişand ser gotina şehadetê jî û destnîşan kir, ku nabe dewlet miriyê xwe şehîd îlan bike. Elîaçik axaftina xwe wiha dewam kir: "Xwedê dizane kî şehîd e, kî ne şehîd e. Şehîd gotineke olî ye. Zarokên xizanan dibin eniya şer û ji bo ber dilê dayik û bavên wan xweş bikin, radibin ev zarokên mirî şehîd îlan dikin. Radibe biryarê dide bê kî şehîd e. Bi gotina 'yên me şehîd in, lê yên din cehemiye' re gotinên namerdî tên bikaranîn. Ev nayê qebûlkirin. Dewlet dikare ji bo miriyên xwe gotinên cuda bi kar bîne, lê belê li gorî min ne rast e ku gotineke olî li cihên bi vî rengî bi kar bîne."

'ÎSLAM XWERÊVEBERIYÊ QEBÛL DIKE'

Elîaçik da xuyakirin ku Îslam xwerêveberiyê qebûl dike, rast dibîne û bibîr xist ku di Destûra Bingehîn a 1921'an a Komara Tirkiyeyê de cih ji xwerêveberî û rêveberiyên herêmî re hatiye dayîn. Elîaçik got, "Lê belê bi îdîaya 'wê me parçe bike' re hatiye taloqkirin. Ev zîhniyet gihaştiye heta roja îro. Pêxemberê me li Medîneyê xwerêveberî ava kiriye. 18 kabîle li hev civayndiye, olên wan, kevneşopiyên wan ên kabîleyê azad kiriye. Xwestiye Medîne li dora aştî edaletê li hev bigire. Di Peymana Medîne de gotina herî zêde tê bikaranîn edalet û aştî ye. Eger hinek radibe dixwaze vê zindî bike, li şûna dijderketinê divê mirov destekê bidin wan. Daxwaza xwerêveberiyê hem li gorî ol e, hem jî li gorî Destûra Bingehîn a sala 1921'ê ye. Desthlatdariyê mijar anî radeyeke welê, ku kî daxwaza xwerêveberiyê dike, weke xayin tê îlankirin. Beriya hikûmet bibe desthilatdar, daxwaza qebûlkirina xwerêveberiyê dikir. Niha dema hinekî din vê daxwazê bilêv dikin, radibe xayin îlan dike û li dijî nîqaşkirina vê mijarê derdikeve."

Elîaçik da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê Îslamê temsîl nake û axaftina xwe bi vî rengî qedand: "DAIŞ jî, Erebîstana Siûdî jî Îslamê temsîl nake. Ti ji saziyên îro li ser navê Îslamê tevdigerin, Îslamê temsîl nakin. Diyanet temsîl nake. Ti eleqeya karê van bi Îslamê re nîne. Îslam bi mirina Pêxember re hêdî hêdî xwe ji nava dîrokê vekişand. Li Kerbela, li xaka lê derket holê, hatiye defnkirin. Ya piştî wê desthilatdarî ye, qraltî ye. Dagirkirina welatan, standina xerac û xenîmetê ye. Îro jî heman tişt derbas dibe. Mesaja herî girîng a Îslamê aştî ye, dûre jî edalet e. Divê Îslam vê bîne Rojhilata Navîn, eger nikare bîne, hingî ti eleqeya wê bi Îslamê re nîne."