ÎHD wê ji pênûsa girtiyan girtîgehan vebêje
ÎHD wê bi girtiyan re xebatek hevpar bimeşîne.
ÎHD wê bi girtiyan re xebatek hevpar bimeşîne.
ÎHD wê bi girtiyan re xebatek hevpar bimeşîne. Cigira Sekretera Giştî ya Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Necla Şengul der barê kampanyayê de agahî da û diyar kir ku rastiya girtîgehan ji bo ku ji rayagiştî re ragîhin û baş bê fêmkirin wê ji pênûsa girtiyan vebêjin û got wê bi girtiyan re encamnameyekê biweşînin.
Komîsyoan Girtîgehan a Şaxa Sêrtê ya ÎHD’ê li avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê û hat gotin ku piştî komxebata li Amedê hatiye kirin şûnde kampanyayek der barê girtîgehan de dane destpêkirin.
Necla Şengul daxuyanî xwend û da zanîn ku hemû tedbîrên li girtîgehan tên girtin ji bo parastina pergalê û got: “Her çiqas siyasî bêjin ku girtîgeh tesîsên modernin wekê ku qerfê xwe bi mirovan bikin girtîgehên Tîpa F bi vîlayan re kirine ye. Lê em dizanin ku ev ne vîlane.”
Şengul got di 14’ê Adarê de civînek pêk anîne û got: “Ev bi salane em xebatan dimeşînin. Me biryar da ku yên li girtîgehê dijîn vê bêjin.”
ME SERNAVÊN MIJARAN JI GIRTIYAN RE RAGÎHAND
Şengul got tiştên li girtîgehan tên jiyîn bi vegotinên girtiyan wê baştir bê fêmkirin û got bi lijneyên civaka sivîl yên Amed û Îzmîrê re komxebatek çêkirine û di meha Hezîranê de wê li Akdenîz û Marmarayê wê ev komxebat bidomin.
Şengul got mijarên ku li ser xebitine bi girtiyan re parvekirine û bi nêrîn û pêşniyarên wan wê encamnameyê ava bikin. Şengul got sernavê mijaran ‘Pêvajoya dîrokî cezakirinê, di alî şertên înfazê de girtîgeh, pêkanînên tecrîd û girtîgehan, zarok, jin û kesên LGBTÎ û rewşa astengdaran a li girtîgehê ye.
Şengul da zanîn ku wê xebat heta 30’ê Hezîranê bi encam be.