ÎHD: Hincetên wehşeta li Amedê pêkhat nayên qebûlkirin

ÎHD: Hincetên wehşeta li Amedê pêkhat nayên qebûlkirin

Şaxa ÎHD'a Îzmîrê li ser mitînga "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" ya hate qedexekirin û mudaxeleya tund ya polîsan li hemberî gel şermezar kir û got; "Tu hincetên wehşeta li Amedê hatiye meşandin nabe.”

Nerazîbûnên li hemberî mûdaxaleya polîsan ya li dijî mitînga "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" berdewam dike. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ya Îzmîrê Ahmet Alagoz derheqê mijarê de li avahiya şaxê civîna çapemeniyê lidar xist. Tevî Alagoz rêvebir û endamên ÎHD'ê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Alagoz, daxuyanî da û got; "dewlet li şûna ku pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser bike êrîşî gel dike.

Alagoz destnîşan kir ku, parlementerên vî gelî û şaredar jî di nav de gel ji aliyê polîsan ve hatine lînckirin û wiha axivî: "Hikûmet dê bi kîjan siyasetê mûzakereyan bike? Mitîngên tu partiyên siyasî nayên astengkirin, lê mitîngên partiya li herêmê herî zêde deng girtine tên astengkirin û qedexekirin. Tu hincetên wehşeta li Amedê pêk hatiye nîne. Li hewşên mizgeftan li mirovan dixin, dîsa li hewşa mizgeftê jineke ciwan tacîz dikin. Em vê êrîşa ku dijminiya gelê Amedê nîşan dide şermezar dikin.

Alagoz anî ziman ku, divê hikûmet êdî rastiya Kurd qebul bike, pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka ewlehiyê nebîne û ji bo ciwanên Kurd û Tirk nemirin riya diyalogê veke.