Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku, ÎHD 26 sal berê di dema rewşa awarte de hate avakirin û ji wê rojê heta niha tiştek nehatiye guhertin. Turkdogan wiha got: "Em li hemberî pêkanînên dewleta polîsan rû bi rû ne. Em 26 sal berê ji aliyê artêşê ve dihatin birêvebirîn niha jî em ji aliyê siyasetmedarên bi feraseta polîsan ve tên birêvebirin.”
Navenda Giştî ya ÎHD’ê têkildarî 26’mîn salvegara komaleyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Alîgira Seroka Giştî Sevîm Salîhoglû, Sekreterê Giştî Emrah Şeyhalîoglû û endamên komaleyê amade bûn. Li salona ku lê daxuyanî hate dayîn sînevziyona ku wêneyê Alîgirê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Muharem Erbey hate nîşandan. Daxuyaniya ku hate amadekirin ji aliyê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ve hate xwendin. Turkdogan bi bîr xist ku, ÎHD di 17’ê Tîrmeha sala 1986’an de ji aliyê 98 parêzvanê mafê mirovan ve di dema rewşa awarte de hatiye avakirin û anî ziman ku, ji bo salvegera avakirana xwe kokteyl amade nekirine ji ber ku li Tirkiyê her roj mirin û komkujî pêk tên û ew nikarin di rewşek wiha de şahî li dar bixin.
Turkdogan anî ziman ku, di 26 salan de li Tirkiyê de di hişmendiya mafê mirovan û di pêşketina lêgerîna mafê azadiyê de alîkariyek girîng a ÎHD’ê heye. Turkdogan, navê kesên ku di têkoşîna ÎHD’ê de jiyana xwe ji dest dane, xwend.
'TIŞTÊ KU HATIYE GUHERTIN TENÊ AVAHIYA OTORÎTER YA DESTHILATDARIYA SIYASÎ YE'
Turkdogan di berdewama axaftina xwe de silavên xwe ji Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Mûharrem Erbeyê ku di 23 Kanûna 2009'an de hate girtin û niha li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D de dimîne şand û wiha got: "Kes bila ji me behsa daraza serbixwe neke. Hevalê me ji ber ramanên xwe bi salane li girtîgehê de ye. Êdî divê ev paketan parastvanên mafên mirovan jî bibîne. Heke hikumet ji dil be divê ferman bide HSYK'ê. Em dixwazin bila dadger tenê dadgeriyê bikin. "
Turkdogan da zanîn ku, di nava 26 salan de tenê avahiya otorîter a desthilatdariya siyasî hatiye guhertin û diyar kir ku hukumeta AKP'ê di feraseta xwe ya yekyekî û otorîter israr dike. Turkdogan wiha got: "Ev feraset gelek tişt ji Tirkiyeyê da wendakirin. Di 26 salan de kategoriya binpêkirina mafên mirovan ku ÎHD'ê pê têkildar dibe nehate guhertin. Hîn jî binpêkirina mafên jiyan, mafê rêxistinbûyîn û xwepêşandanê, mafê azadiya ramanê tê jiyandin. Hîn jî pergala girtîgehên ku dijî rûmeta mirovane tê meşandin, destketiyên di qada mafên civakî û aborî tê wendakirin, li hemberî mûxalefetên civakî û yê din zext û zilm tê meşandin. 26 sal berê artêş bi rê ve dibir, niha feraseta polîsan bi rê ve dibe. Di nava 26 salan de hîn makezagoekî nû û demokratîk nehate nivîsandin. Di 26 salan de me pirsgirêka kurd çareser nekir. 26 sale pêvçûnên çekdarî didomin. 26 sale daxwazên Elewiyan ji nedîtî ve tên."
‘BOMBEYÊN KÎMYAWÎ JÎ BIAVÊJIN AMEDÊ TU BANDORIYA WÊ TUNEYE’
Turkdogan bibîr anî ku, roja avakirina ÎHD'ê her wiha Roja Edaletê ya Navneteweyî ye jî û Tirkiye ji ber îmze neavêtiye bin Statuya Romayê û Peymannameya Wendahiyan ya NY rexne kir. Tirkdogan her wiha balkişand ser şîdeta polîsan ya li Amedê û wiha axivî: "Mudaxaleya ku li Amedê hate kirin ewlehiya cemaweriyê xerab kiriye. Li vî welatî li ser gel tundiyekî bê pîvan tê meşandin. Silahê kîmyawî jî biavêjin Amedê tu bandora wê tune ye. Ji ber ku ev gel her roj rastî bombeyên gazê tên. Ji ber vê yekê êdî bandor nake. Rewşa herêmê eve."