ÎHD: Em destûr nadin wijdan di bîrên mirinê de birizin'

ÎHD: Em destûr nadin wijdan di bîrên mirinê de birizin'

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê derbarê windayan û kesên di salên 1990'an de li rojhilata Firatê di bîrên asîtê de hatin windakirin daxuyanî da û diyar kir ku, ew destûrê nadin wijdan di bîrên mirinê de bên rizandin.

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi hişyariya "Em dê lêgerîna windayan berdewam bikin û lêpirsîn û hesapê zulma tê kirin berdewam bikin" li pêş Sumerbanka Berê daxuyaniyê da çapemeniyê. Endamên ÎHD'ê di vê hefteyê de çîroka Abdurrahim Demirê di sala 1995'an de li Mêrdînê hate windakirin xwendin. Komê pankarta "Winda diyarin kujer li kune" vekirin û wêneyên kesên di salên 90'an de hatin windakirin vekirin.

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê Ahmet Alagoz çîroka Demîrê 22 salî ku di tebaxa 1995'an de hate windakirin vogot. Dayîka Demîr jî anî ziman ku, 17 salin li kurê xwe yê winda digere û wiha got: "Her tim dozger û serfermandar bêdeng man. Em dipirsin di sala 1995'an de Demir li Qereqola Cendirmeyan ya Şavalêt ya Sêriyana Dêrika Mêrdîn hate windakirin.

'ROJHILATA FIRATÊ KIRIN GORISTAN'

Alagoz anî ziman ku, rayedar fikirîn li ser herêmê împaratoriya tirsê ava bikin lê nikarin bi ser bikevin û wiha got: "Her tim li hemberî hawar û qerîna dayîk, hevjîn, xizm û malbatê bêdeng man. Yên ku li ser axa Kurdan dijîn kirin dojeh û bi hezaran welatî kuştin, divê teqez bên darizandin. Em destûr nadin ku li Tirkiyeyê wîjdan di binê bîrê mirinê de birizin. Em dê heta dawî bi ser van bûyeran de biçin. Em dê her tim bişopînin."

Piştî daxuyaniyê çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû .