ÎHD’a Şaxa Edeneyê rapora qetilkirina Mazlûmê biçûk aşkera kir

ÎHD’a Şaxa Edeneyê rapora qetilkirina Mazlûmê biçûk aşkera kir

Parêzerê Mazlûm Akayê ku di encam guleya gazê ku ji aliyê polîsan ve hatibû avêtin û li serê wî ketibû jiyana xwe ji dest da Prz. Tûgay Bek da zanîn ku, di dema bûyerê de 3 polîsan bombeyên gazê bi kar anîne, di çarçoveya lêpirsînê de polîsan îfadeya polîsên di cihê bûyerê girtiye, lê her 3 polîs jî sûcdarî red kiriye. Bek destnîşan kir ku, dozgerî lêpirsînê bi rêkûpêk nameşîne û tê xwestin ku bûyerê kiryar ne diyar bihêlin.

Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê rapora derbarê kuştina Mazlûm Akayê 11 salî ku di encama bombeya gazê ya ji aliyê polîsan ve hate avêtin û li serê wî ket, jiyana xwe ji dest dabû, bi civîna çapemeniyê ku li avahiya xwe li dar xist, eşkere kir. Nûnerên DÎP, EMEP, KURDÎ-DER, BDP, Komeleya Anadolû, Komeleya Dêrsîmiyan, HDK, ESP, TÎHV û parêzerê Akayê Tûgay Bek beşdarî civînê bû.

Di civînê de wêneyê zarokên ku di demên cuda ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin hate daliqandin. Rapora ku ji aliyê ÎHD'ê hatiye amadekirin ji aliyê Endamê Lijneya Rêvebiriyê ya Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Halîl Taş hate eşkerekirin. Taş da zanîn ku, di 29'ê Tirmehê de li ser Kolana Çûkûrovaya ya Taxa Anadolû ya Yuregîrê, li hemberî koma ji bo şermezmarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar dixistin polîsan mudaxale kir. Di encama mudaxeleyê de bombeya gazê ku ji aliyê polîsan ve hatibû avêtin li serê Mazlûm Akayê 11 salî ketiye û Akay di 4'ê Tebaxê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

'BI BOMBEYÊN GAZÊ XWESTINE LI SER TAXEKÊ TIRSANDINÊ BIKIN'

Taş diyar kir ku ji bo bûyer ronî bibe wekî komeleyê çûne cihê bûyerê û bi şahidên bûyerê rû bi rû hevdîtin pêk anîne, di encama van hewldanan rapora pêşî amade kirine. Taş destnîşan kir ku, Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê di biryara bi hêjmara 9829/07 ya di 10'ê Avrêlê 2012'an de daye de bikaranîna bombeyên gazê li hemberî komên ku di bin kontrolê de di nava îşkenceyê de dihesibîne û bilêv kir ku, polîs bi bombeyên gazê xwestine gelên taxê çavtirsandî bikin.

'DOZGER LI GORÎ HEQIYÊ LÊPIRSÎNÊ NAMEŞÎNE'

Parêzerê Akay Prz. Tugay Beg ani ziman ku, dozger derbarê kuştina zarokê 11 salî Mazlum Akay ê bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da lêpirsîn daye destpêkirin û wiha got: "Dozger di roja bûyerê de îfadeya polis girt. Dozger diyar kir ku, di roja bûyerê de 3 polîsan bombeyên gazê bikar anîn û 3 polîsan jî bûyer nedan ser xwe. Wekî hemû bûyerên din di vê bûyerê de jî polîsan sucdarî qebûl nekirine. Li gorî me dozger li gorî heq û hiqûqê lêpirsînê nameşîne û heqê wê nade. Divê di vî alî de rayagiştî bi hestiyar tev bigere û zorê li lêpirsînek bi heq bike. Ji ber ku heta niha gelek bûyerên bi vî rengi pêk hatin û bê encam man."

'GER KU POLÎS BIRÎNDAR BÛBA DÊ HELWESTA DOZGER WISA BÛYA?

Bek pirsa "Bûyer dijberî vê yekê bûya û di çalakiyê de polîsek birîndar bûba ango hatibûya kuştin, dê helwesta dozwer wisa bûya?" kir û wiha got: "Bê gûman dê helwesta dozger ne wisa bûya. Dê lêpirsîn bi cidîyetek mezindir û dîsiplînek mezindir bihata meşandin. Ev jî xuya dike ku lêpirsîn li gorî heq û hiqûqê nayê meşandin. Divê kujer bê zelalkirin. Me xwest mînakên 3 bombeyên gazê, topên por û destan û xwina li ser bên girtin û lêkolînkirin. Lê dozger pêdivî bi lekolinek wisa nedît. Ev jî xuya dike ku ji rêzê nêzî bûyerê dibe."